image

PeyamaKurd - Duh êvara Sêşemê 24ê Nîsana 2018, Cîgirê Serokê Lijneya Olympîka Iraqê, Beşar Mistefa li ser rêya bajarê Kerbela yê Iraqê hat revandin.

Beşar Mistefa kesatiyekî diyar ê warê werzişê li Kurdistanê ye û xelkê parêzgeha Duhokê ye.

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê, Nêçîrvan Hisên derbarê bûyerê de ragihand, Beşar Mistefa ku cîgirê serokê lijneya olympîka Iraqê û Serokê Yekîtiya Boksîng a Iraqê ye, li rêya Kerbela ber bi Bexdayê ve ji aliyê grûpeke nenaskirî ve hatiye revandin.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, malbata Beşar Mistefa dest bi hewldanên xwe bo dîtina wî kesatiyê navdarê werzişa Kurdistan û Iraqê kirine, lê belê heta niha ti zanyarî bi dest nexistine.

Medyayên Iraqê jî belav kirine, ku Beşar Mistefa ji bo beşdarbûn di merasîma serxweşiya yek ji endamên boksînga Iraqê çûye Kerbelayê û di dema vegera bo Bexdayê de li ser rê ji aliyê kesên nenas ve hatiye revandin.

Li gorî medyayên iraqî, hêzên polîs û hêzên din ên ewlekariyê yên wî welatî derbarê mijarê de dest bi lêkolînê kirine.