image

PeyamaKurd - Tîma Îngiltereyê ji bo Kepa Arrîzabalaga 80 milyon euro bonservîs da tîma Athletîc Bîlbaoyê û ew transfer kir.

Tîma Îngiltereyê Chelseayê qeleparêzê Spanî Kepa Arrîzabalaga yê ku qeleya tîma Athletîc Bîlbaoyê diparast, transfer kir.

Li gor daxuyaniya Chelseayê klubê pereyê betalkirina peymana tîma Athletîc Bîlbaoyê ya ku bi Kepa Arrîzabalaga (23) re kiribû da û paşê bi wî re peymaneke 7 salan îmze kir.

Tîma Athletîc Bîlbaoyê peymana Arrîzabalaga heta dawiya heyama 2024-2025an dirêj kiribû, berdêla wî ya serbest mayînê jî wek 80 milyon ewro diyar kiribû.

Fitbolîst Alîsson Beckerê ku eslê xwe ji Brezilyayê ye û di tîma Lîverpoolê de dilîze 72 milyon euro bonservîsê ve bi tîmê ra hatibû girêdan.

Arrîzabalaga jî ji ber ku peymana xwe fesix kir, bi 80 milyon euro ve bû qeleparêzê Chelseayê. Bi vî awayî bihayê wî yê bonservîsê bû bihayê herî zêde.

Qeleparêz Arrîzabalaga carekê di Tîma Neteweyî ya Îspanayayê de lîst, 2 sezona dawî jî di tîma Athletîc Bîlbaoyê de fitbol dilîst.