image

Ne tenê ji bo ajotinê lê ji bo temaşa videoya ajotvanê bisiklêtê, divê mirov wêrek be. Ajotvanê bîsîklêtê Vittorio Brumotti, ku mubtelayê spora ekstreme ye, di Kanyona Mezin de xwepêşaneka bêhempa kir.

Sportmen Vittorio Brumotti xwepêşandaneka wisa dike ku mirov nikare temaşa wî bike. Vîdeoya sportmen kete ser çapemeniyê û dema mirov temaşa wî dike, adrenalîna bedena mirov digihê asta herî zêde. Dilê mirov disekine û ji talûka ajotina bîsîklêta wî ziravê mirov diqete.