image

Dora 5'an a Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de Beşîktaş li mala xwe ligel Manîsa Sporê lîst. Di maça ku ji ber cezayê Beşîktaşê bê temaşevanan hat lîstin de Beşîktaşî tam 9 gol avêtin Manîsayê.

Beşîktaş ligel bi hin lîstikvanên yêdek derket sehayê jî ji destpêka maçê ve serdest bû. Beşîktaş di deqîqeya 15'an de bi Negredo 1-0 derket pêş û dûre Lens (deqîqeya 24 û 43) û Orkan (deqîqe 34) gol avêtin û nîveka yekemîn bi 4-0 bi dawî bû.

Di nîveka duyemîn de Negredo di deqîqeya 68'an de carek din derket ser dikê û deqîqeya 71'ê de Lensî dîso got avêt: 6-0. Paşê Negredo du golên din avêtin deqîqe 79 û 85'an de du golên din avêtin û di deqîqeya 86'an da Mustafa Pektemek gola dawî avêt: 9-0. Negredo bi 4 golan, Lens bi 3 golan di maçê de derket pêş. Maça duyemîn dê 12'ê meha 12'an bê lîstin.

Du maçên din jî hebûn

Di maçên din ên ku îro hatin lîstin de Kars 36 li hemberî Gençlerbîrlîgî bi 2-1 çêk çû. Akhîsarê jî 3 gol avêtin Ankara Demîr. Her du tîman ji bo maça duyem avantaj bi dest xist.

Maçên din ên Kûpaya Zîraatê rojên 29 û 30'ê mehê jî dê bêne lîstin.

Ji tîmên kurdan Batman Petrol Spor sibê saet 13'yan de li mala xwe dê Atîker Konyayê bike mêvan.