image

PeyamaKurd - Real Madrîd dixwaze cara 16, Bayern Munich jî dixwaze cara 11an derkeve fînalê.

Di nîvefînala UEFAya Lîga Şampiyonan de Real Madrîd û Bayern Munîh dê sibê derkevin hemberî hev. Real Madrîd dixwaze cara 16, Bayern Munîh jî dixwaze cara 11an derkeve fînalê.

Di nîvefînala herî girîng a turnuvaya kulubên Ewropayê de Bayern Munîh a tîma Almanyayê û Real Madrîda tîma Îspanyayê ew dê sibê di saet 21.45an da derkevin hemberî hev. Di vê pêşbirkê de xwdiyê malê Bayern Munîh e û di pêşkirka 1ê gulanê ya rovanşê da jî Real Madrîdê malxwedîtiyê bike. 

Real Madrîdê heta niha 12 caran kupaya şampiyontiyê hilda. Real Madrîd dixwaze ku di 5 salên dawîn de cara 4an, bi tevahî jî ji bo cara 16an derkeve fînalê. Bayern Munich a ku heta niha 5 caran kupa sitand jî dixwaze ku ji bo cara 11an derkeve fînalê. Bayern Munich ji sala 2013an vir de qet derneket fînalê.

Real Madrîd di Lîga Şampiyonan de li ser hev 8 caran kete nav 4 tîmên dawîn. Bayern Munich jî di 7 salên dawîn de 6 caran derkete nîvefînalê. Herdu tîm heta niha 24 caran derketin hemberî hev. Di van pêşbirkan de herdu tîman her yekî jî 11 caran ji reqîbê xwe bir, di 2 pêşbirkan de jî beramberî hevdu man. Real Madrîdê 37, Bayern Munichê 36 gol avêtin.

Herdu time heta niha di nîvefînala Lîga Şampiyonan de 6 caran derketin hemberî hev. Di pêşbirkên 1976, 1987, 2001, 2012an de Bayern Munichê, di pêşbirkên 2000 û 2014an de jî Real Madrîdê ji reqîbê xwe bir.

Real Madrîd:

Encamên ku nîvefînala Lîga Şampiyonan de bi dest xist: 15 caran ji turê derbas bû (1956, 1957, 1958, 1959, 1960, 1962, 1964, 1966, 1981, 1998, 2000, 2002, 2014, 2016, 2017), 13 caran da der (1968, 1973, 1976, 1980, 1987, 1988, 1989, 2001, 2003, 2011, 2012, 2013, 2015).

Encamên ku di vê heyamê da bi dest xist: 7 caran ser ket, beramberiyek, 2 maxlûbiyet - 26 gol avêt, 12 gol xwar.

Di vê heyamê gogvanê herî zêde gol avêtî: Crîstîano Ronaldo - 15 gol

Bayern Munîh:

Encamên ku nîvefînala Lîga Şampiyonan de bi dest xist: 10 caran ji turê derbas bû (1974, 1975, 1976, 1982, 1987, 1999, 2001, 2010, 2012, 2013), 8 caran da der (1981, 1990, 1991, 1995, 2000, 2014, 2015, 2016).

Encamên ku di vê heyamê de bi dest xistî: 8 caran ser ket, beramberiyek, maxlûbiyetek - 23 gol avêt, 8 gol xwar.

Di vê heyamê de gogvanê herî zêde gol avêtî: Robert Lewandowskî - 5 gol