image

Barcelona ya serkêşê La Ligayê, bêyî lîstikvanê xwe ye herî navdar Lieonel Messi bi golên Suarez û Coutinho ji Malagayê bir.

Di hefteya 28emîn a Lîga Yekemîn a Futbolê ya Îspanyayê (La Liga) de Barcelonayê li deplasmanê Malaga bi encama 2-0 bir.

Serkêşê lîgê Barcelonayê di pêşbirka li Yarîgeha La Rosaledayê de bû mêvanê Malagaya ku bi 13 pûanî ve di rêza dawîn a lîgê de ye.

Yarîzanê stêrk ê Barcelonayê Lionel Messi ji ber jidayîkbûna kurê xwe beşdarî pêşbirkê nebû.

Tîma Katalan di xuleka 15emîn de bi gola Luis Suarez 1-0 ket pêşiyê û herwiha di xuleka 28emîn de jî Philippe Coutinho golek tomer kir û ferq derxist 2yan.

Ji Malagayê Samuel Garcia Sanchez di xulaka 30emîn de ji ber midaxaleya xwe ya li hemberî Jordi Alba kartê sor dît û ji yariyê derket.

Barcelonaya ku di La Ligayê de ev demek e têk naçe, bi vê encam 2-0  pûanê xwe kir 72 û herwiha Malaga jî di 13 pûanî de ma.