image

PeyamaKurd - Rahênerê frensî ji 1ê Cotmeha 1996an û vir de ji Arsenala ku dixebitîne piştî heyama îsal dê veqete. Arsene Wengerê ku ji ber sernefiraziyên çend salên dawî îstîfaya wî hat xwestin 3 şampiyoniyên Premier League, 7 şampiyoniyên FA Cup û heyamek bêtêkçûn ji tîma xwe re da qezençkirin.

Şoreşgerê Premier League Wenger biryar da ku beriya qedandina peymana wî ya bi kûlubê re wê piştî bidawîkirina heyama îsal îstîfaya xwe eşkere bike. Wenger, "Ji bo nirxandinên baldar û piştî hevdîtinên bi kûlubê re min biryara destwerdana pêywirê da."

Arsene Wenger daxuyand ku ji ber pêywirek dûdirêj ya li kûluba Arsenalê ez gellekî bextewarim, di dema pêywira min de her dem sozdar û durist bûm. Hezkirina min ya bo Arsenalê heta hetayê wê berdewam bike.

​Wenger ji hemû xebatkar, alîgir, fitbolîst û rayedarên kûluba Arsenalê re spasiyên xwe bilêv kir û bibîr xist ku hemû hezkerên Arsenalê divê li kûluba xwe xwedî derkevin.

​Kûluba Arsenalê jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ji menajerê ku herî zêde kûpa ji kûlubê re daye qezençkirin û herî zêde li ser pêywirê ma ye peyama spasiyên xwe parve kir.