image

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) di sezonekê de 30 hefte cizayê bê alîgir li tîma Amedsporê birîbû. Her çiqasî Saziya Bilind a Futbolê sedema birîna cezayê weke bicî neanîna bergiriyên ewlehiyê nîşan bidin jî, li gorî fûtbolîst û rêveberên Amedsporê ev biryar, biryarên siyasî ne û armanca saziyê têkbirina Amedsporê bixwe ye.

Cîgirê Serokê tîma Amedsporê Suleyman Gokalp û tîma wî, êdî ji cizayên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bêzar bûne, ji ber ku ew bi tevî maça Eyupsporê re ev 30 hefte ne maç ên xwe bêyî piştgirya hezkir û alîgirên xwe dilîzin. Suleyman Gokalp: "Armanca wan bi van cizayan xerakirina morale tîmê ye, lewra navê tîma me bi Kurdî ye û em tîmeke Kurdî ne, armanca futbolê û bi tevahî ya sporê aştî û biratî ye."

Lîstikvanên Amedsporê her çend maçên xwe bê alîgir lîztibin jî, ew moral û motivasyona xwe xera nakin, di vê sezonê de wan ji 7 maçan 3 serkeftin û 3 encamên wekhev bi dest xistin û niha di grûba xwe de 12 puan kom kirine. Lîstikvanê Amedsporê Sidik Istemi diyar kir ku, "Ew çiqas ciza li me dibirin em bêhtir bi hêz dibin û li gor wê puanan distînin, gelek alîgirên me hene li derveyê Amedê dixwazin werin me bibînin, zêdetir ez li ber vê yekê dikevim ku destê me ji wan dibe û mixabin em nabînin.

Kaptanê Amedsporê Deniz Naki ku tîmên Ewropî bi pereyekî zêde (bi qasî 300 hezar €) çend caran hewl dan ku wî transfer bikin, lê ji ber ku Naki Amedsporê wek tîma mala xwe dibîne, dest ji tîma Amedsporê berneda. Naki dibêje ku bi van sizayan hewl didin tîma me têk bibin û wiha reng da axaftina xwe: "Futbol bi armanca qewînkirin biratiyê ye, ew çi bikin bila bikin, emê bi tîmên li hemberê xwe re, weke bav û bira tevbigerin." Amedspor niha di lîga 2 a Grûba sor de têdikoşe, heta niha 12 puan bi dest xistine, vê hefteyê roja yekşemê Amedspor wê li bajarê Amedê tîma Kocaelîsporê re bilîze.