image

PeyamaKurd- "Times of India" ragihand ku li Hindistanê, ji serê salê heya roja duşema borî, ji zekema berazan 542 kes mirin. Li seranserê Hindistanê îsal teşxîsa zekema berazan an ku vîrusa H1N1 bo 6 hezar û 803 kesan hatiye danîn.

Piraniya nexweşînê li eyaletên Maharaştra, Racastan û Guceratê hatine dîtin û mirina zêde li van eyaletan çêbûye.