image

PeyamaKurd- Li welatê Hindistanê bi sedema zekema berazan di nav 12 rojan de 56 kes jiyana xwe ji dest dan. Ragihandin ji aliyê çapemeniya hundir de hat kirin ku vîrusa H1N1 bûye sedema mirina 56 kesan. 51 kes jî niha tedawiyê dibînin lê halê wan qet xweş nîne.

Ji serê salê heya niha li Hindistanê bi sedema zekema berazan 90 kes jiyana xwe ji dest dane.