image

PeyamaKurd- Di havînan de tişteka herî girîng ew e ku mirov xwe ji tavê biparêze. Dema tav li mirov dide, dikare mirov heya mirinê bibe, bi taybetî tava ku li serî dixe.

Di havînan de kesên ku diçin ber behrê an dikevin avê da xwe hînik bikin, li ber tavê dimînin û tavlêdan jiyana wan dixe xeterê. Bi taybetî yên ku nexweşînên wan yên kronîk (yên tansiyona bilind, gurçik, yên qelew, yên di ser 65 salî de, zarokên di bin 5 salî de) hene.

Tiştên divê di germa tavê de hun nekin:

*Di germa zêde de nexebitin. Cilên qalin li xwe nekin, alkole zêde venexun û xwarinên giran nexun.

*Dema tav li yekî da, nebe hun alkolê pê bidin bêhnkirin. Eger aqilê wî li serê wî nîn be, avê pê nedin vexwarin.

*Cilên tenik û rengvekirî li xwe bikin û bila firehbin. Berçavka tavê, sîwan û hwd bikarbînin.

*Eger hun mecbûr nebin, di navbera siet 10.00 û 15.00an de dernên derve.

*Berya derên ber tavê bi 20-30 deqe, kremên we ji tavê biparêzin bi xwe bidin.

*Xwarinên sivik bixun.

*Her roj 2-3 lître av vexun û xwe bi ava şîregermî bişon.

*Tevgerên giran nekin.