image

PeyamaKurd- Hindek xwarin hene ku toksînan ji nava kezebê davêjin derve û kezebê nû dikin. Di nava wan de sîr, avakado, tirî 3 heb ji wan in. Bo tenduristiya kezebê her sal 28 ê temmûzê weka “Roja Hepatîtê ya Dinyayê” tê bikaranîn û akademîsyenên diyetê an doktor di wê rojê de pêşdeçûnaên di warê kezeb û hepatîtê de tînin rojeva xwe.

Di nava xwarinan de sîr antîoksîdaneka başe. Kezebê nû dike. Enzîmê kezebê dixebitîne da toksîna ji bedenê bavêje. Antibiyotîkekî xwezayiye. Xwarina sîr bi xavî gelek başe.

Sebzeya avakado bi sedema ku di navê de omega 6 heye kezebê nû dike  û dike ku kezeb xwe bide hev. Di seletê de tê xwarin. Rojê tenê yek bese ji ber zêdeyê wê baş nîne. Nahêle ku kezeb dohn (bez) bigre.

Tirî bo kezebê gelek başe. Xesarên di kezebê de tamîr dike û pê paqij dibe.

Pelên Hindiba dostên kezebê ne û kezebê diparêzin. Di nava seletê de an weka çayê tê vexwarin. Di navê de sodyûm, potasyûm û kalsiyûm heye. Wezîfeyên kezebê destek dike. Hezmê hêsan dike.

Kelema Brukselê bo nûkirina kezebê û avêtina toksîna ji bedenê baş e.

Bu tenduristiya kezebê her roj divê 2-3 lître av bê vexwarin. Eger hebe hinek zerdeçalê bixin nava avê baş e. Her roj meşeka bi 30 deqeyê bo bedene pêwiste.