image

PeyamaKurd - Ji ber ku sîr dijî-inflamatuar dijî-oksidanan dinava xwe de hildigre pêşî li nexwaşiyên weke Sedef, weşandin herişandin û pir nexwaşiyên din yên çerim jî digre, wê ji bo çermê we bandoreke baş bide ava kirin.

Sîr pêşî li îltîhabê digre. Mînak dema ku tîjik destê we re çû sîrê bidin ser birînê û bi pêçin. Piştî nîv demjimêran wê tîjika di destê we de bi hêsanî derkeve.

Hun dikarin sîrê ji bo çilmisokan jî bikar bînin. Piştî ku we sîr parçe kir dikarin li birînê bidin. Ev rêbaz ji bo zû çûyîna çilmisokê dibe alîkar.

Dijî-oksidanên di sîrê de nahêle zirpik yan jî pirzik bêne ava kirin. Hun dikarin parçeyek sîr li ser cihê ku lê çêbuye bidin pêkanîn. Taybetmendiyeke sîrê ya çespî heye ango bi destê mirov ve digre ji ber vê jî dema ku hun sîrê hur bikin hûnê wê taybetmendiyê di destê xwe de hest bikin.

Hun dikarin hindek sîr li cihê şûşe û kaşiyên ku tîş bune bidin. Sîrê her roj bi kar bînin ji ber ku sîr ji bo dayîna kîlo, serma girtinê û tenduristiya dil pir bi sude.

Li gor hindek xebatan sîr di derman kirina penceşêrê de roleke mezin dileyîze.

Sîrê ji bo kokên por bikar bînin wê herikandina xwînê lez bike û wê tendurustiya por û hêza wê zêde bike. Hun dikarin ji taybetmendiyên sîrê yên dijîmîkrobî sudê wer bigrin û ji nexwaşiya ling ango mantar ê rizgar bibin.

Dendikekî sîrê bi perçiqînin bixin nava qabekî û piştî ku we ava gerim jî berdayê qasî 30 hûrdeman lingên xwe bixin nava wê avê de û bendê bin.