image

PeyamaKurd - Carnan kêmek şilî û kêmek roj jî dikare cihê ku hûn lê sîran diparêzin bi bişkivîne. Dema ku sîr dibişkive bi halê xwe yê xwezayî ve di mirov de nîgeraniya gelo xwarina wê zerere an jî na dide ava kirin. Lê pêdivî bi wê nîgeraniyê nîne.

Sîra ku dibişkive tu caran zere xwe nîne. Berovajî sîra normal hîn jî zêdetir bi sûd e. Ji ber vê jî divê sîra ku dibişkive tu caran neyê avêtin. Sîra ku dibişkive xwedî dewlemendiya dijîoksida e. Wisaye ku rêjeya dijîoksidan di sîrê de li gor sîra normal ya ku nebişkivî hîn zêdetire. Dema ku sîr bişkivî ji bo mirovan qasî tê xwastin kîmyeviyên bi sûd diafirîne.

Sîr çiqasî bigihîje rêjeya dijîoksidan wê jî di wê astê de zêde dibe. Sîr ji bo hemû derdan dermane. Bi taybet xitimandina damaran, enfeksiyona guhan, dema pîrbûnê, persîv û di zêdekirina berxwedana bedenê de sûdên wêyên pir baş hene û ev di xebatên zanistîde hatiye îspat kirin.

Herwaha hatiye çavdêrî kirin sîra ku dibişkive pêşî li vîrûsan digre û nahêle penceşêr ava bibe. Sîra bişkivî pêşî li xitimandina damaran digre. Metirsiya nerihetiyê a dil kêm dike. Ji ber vê jî bikar anîna wê de feyde heye. Naha jî amade kirina sîrê ya di malê de Pîvaneke ava kêm berdin qabekê.

Sîrê bi awayekî sivik ku tenê li avê bikeve bixin nava qabê. Qabê li pêşiya camê bi awayekî ku roj lê bide bi cîh bikin. Heta 1 hefteyî bihêlin. Pir derbas nabe, di demeke kin de hûnê bişkivîna sîrê bibînin.