image

PeyamaKurd- Di nava mişmişan (qeysî-zerdele-arûng) de vîtamînên A, B, C, E û hesin, kalsiyum, fosfor, magnezyûm û lîf hene. Bi terî an bi hişkî mirov dikare mişmişan bixwe ji ber ku hezma mîdê û rodiyan hêsantir dike. Mirov têr dihêle, dikare bike mirov qelew nebe û bo qebzê gelek baş e. Taybetmendiya wê ya antîoksîdan, bedenê diparêze û li hemberê nexweşînan berxwedana bedenê zêde dike.

Diyetîsyen Dr. Nur Tatlıoğlu dibêje ku di nava mişmişê de maddeya “karotenoid” heye ku antîoksîdane, di derbarê mişmişên havînê de mirov dikare bi terî bixwe û di zivistanê de bi hişkî bixwe. Tatlioğlu weha dewam dike:

“ Betakarotena ku ji karotenoîdane di mişmişan de zêde heye û rengê wê zer, tûrûnc û sor e. Maddeya berya vîtamîna A ye û dema pêdiviya bedenê pê hebe, beden wê dike vîtamîna A yê û bikartîne. Bo dîtina baş, zêdebûn, çermê baş û parastina berevaniya bedenê  zahf baş e.”

Mişmiş dil diparêze û dixe nîzamê. Potasyûma navê, edaleyên dil xwedî dike. Bo tansiyon û zexta xwînê başe. Hestî xurt dike. Bo tenduristiya dev û diran başe. Birînên nava dev baş dike. Bo bêxwîniyê başe. Di mişmişa taze de vîtamîna C heye. Bo jinên bi hemil başe ku bo dê û zarokê baş e. Pîratiyê dereng dixîne û çermê mirov taze diparêze.