image

Zanistvanên Zanîngeha Teknolojiyê ya Nanyangê li Singaporayê ragihand ku wan rêyeke peyda kiriye ku mirov pê bikare 30% ji kîloyên xwe bide bêyî ku werziş an jî parêzê bike.

Zanistvanan ew lêkolîna xwe di kovara Small Metodê de weşand û tê de diyar dikin ku wan perçeyek çêkiriye ku derziyên gelekî hûr tê de ne û ew derzî ji mûyên laşê mirovî jî hûrtir in.

Li gorî lêkolînê, madeyek di hindirê wan derziyan de heye ku donê spî yê dabînkirina enerjiyê dişewitîne û dike enerjî.

Pêvajoya şewitandinê roja pêncan ji danîna wî perçeyî dest pê dike.