image

Gijnok ango bexdenus bi rengekî lez ji bo avêtina perça di bedena wede dibe alîkar. Dervey wan ava gijnokê ji bo kevirê gurçikan û nerihetiyên din yên sistema dehandinê yan jî helandin de jî başe.

Di heman demê de ava gijnokê, taybetmentiyên wê yên di şewitandina rûn de başkirina çewriya pişka reş û di warê ciwan kirina çerim de jî qasî bêjî ango gelek bi bibandore.

Eger hun dixwazin ku ava gijnokê bandora xwe ya şewitandina rûn a di dema xewê de bibînin divê berî 2 demjimêran hun tu tiştekî nexon û nevexon. Bi zikê birçî piyalek ava gijnokê vexwarina we, wê dema ku hun di xewê de bin jî kîloyên we kêm bike û çewriya we ango rûnê we bi rengekî lez bişewtîne.

Ger hun meraq dikin ku çawa ava gijnokê tê amade kirin, em dest bi awayê amade kirina wê bikin. Nêzî 3 piyale av berdin nava beroş ango qoşxaneyeke pola. Piştî wê gijnokan bi darikê wan ve bavêjin nava beroşê û li ser agirekî kêm heta 2-3 xulekan yan jî deqeyan bikelînin.

Piştî ku keliya gijnokan qasî 10 xulekan di demê de bihêlin. Ava gijnoka ku we amade kir piştî ku dawer bu hun dikarin di danên xwe de berî demjimêrekî vexwen. Kesên ku ev têkeliye ango ava gijnokê şev demjimêrek berî birazên vexwarine dibêjin ku bandora wêya şewtandina çewriyê heye. Li hember bandroke wê ya neyînî, berî ku hun bi kar bînin dikarin bi pisporekî jî bi şêwirin.