image

Îro li Nexweşxaneya Rizgarî ya li bajarê hewlêrê neştergerî bo kesekê di temenê 73 salî de hate kirin û di encamê de meqeseke ku berî 34 salan nojdaran di zikê wî de jibîr kiribû derxist.

Welatiyê bi navê Ebdulqadir Ebdulezîz yê xelkê Koyê ye di sala 1984an li Nexweşxaneya Komarî ya li Hewlêrê neştergerî bo hatiye kirin û meqeseke di zikê wî de maye ta îro piştî hatiye neştergerîkirin ew meqes nojdaran ji zikê wî deranî.

‘PIŞTÎ 34 SALAN MEQESA DI ZIKÊ WÎ DE BI NEŞTERGERIYÊ HAT DERXISTIN'

Yusif Ebdulqadir kurê wî nesaxî bo çapemeniyê ragihand ku babê wî di sala 1984an de nesax bu, bi rêya ambûlasê hate veguhastin bo Nexweşxaneya Komarî li Hewlêrê û neştergerî bihate kirin, lê di piştre rewşa tenduristiya wî pir baş ta berî çend rojan cardin zikê wî êşiya û mrakirin Nexweşxaneya Rizgarî piştî bo wî tetkîk hatin kirin, derket holê ku meqesek di zikê babê min de ye û nojdarî îro cardin bi neştegerî derxist.

Herwiha da xuyakirin ku ew nojdarê cara yekem neştergey bo babê min kirî çûye ber dilovanya Xudê û babê min jî pîr û kal bûye nikare bi axive.