image

PeyamaKurd – Pispora xwarin û diyetê Marîa Tanoglu, di 2012 – 2020 Dietary Guidelinesê de (Rêbaza Xweyîbûnê) radigihîne ku ji bedêla guhertinên mezin divê guhertinên biçûk werin kirin.

 Tanoglu pêşniyazên xwe yên li ser xwarin-vexwarinê wiha anîn ziman:

 

Guhertinên biçûk bikin

Di xwarin û vexwarinê de ji bo guhertina adetên xwe yên daîmî ku hûn dimeşînin ecele nekin. Hêdî pê de herib û veguherînin bi bal tiştekî dî ve. Mînak heke hûn ji gazozê hez dikin vebijartina xwe bi ava lîmonê yan bi ava madenê biguherînin. Heke demek dirêj hûn birçî bimînin sênîken fêkî yan qûtiyek şîr yan jî çengek çerez bixwin wê hevkêşeya şekirê we rûnê.  

 

Bila destê we ji we re pîvan be

Di kontrolkirina kîloyan de ji rêgehên herî baş yek jê jî miqatebûna li ser pîvana porsiyonan e. Pîvandina xwarinê ji ber ku ne hêsan û ne pratîk e pîvandina bi destî dibe ku bi kêrî we bê. 

Xwarina çi bi çi pîvanê hewcedarî pê heye? 
Herçiqas li gor kesan biguhere jî, bi sedema ku firehiya destan jî cuda ye, kontrolkirina xwarina ku hûnê bixwin muhîm e. Pîvana herî munasib jî dest e.

 

 Zêdetir Omega – 3

Lêkolînên zanistî ku li ser Omega-3 têne kirin nîşan didin ku tevîna bez, ji tenduristiya zêhn heta bi çav, ji kêmkirina krîza qelbî heta parastina bedena însan sûdên bêhesab di xwe de dihewînr. Ji bo bedeneke bisihhet zêdetir zadên Omega-3 dewlemend bixwin.

 

Di xwarinên ku hûn dixwin de şekirê veşartî bibînin

Dietary Guidelines’ (Rêbaza Xweyîbûnê) salox dide şekirê zêde yê ku rojane em distînin divê rêjeya wî ji %10 kaloriyên ku rojane em distînin nebore. Herçiqas ku em dizanin di gazoz û şêrînayiyan de şekir heye jî dibe ku em li şekirê di nav sosa zeletê de ku em jê hez dikin haydar nebin. Mixabin di nav gelek berhrmên li ser ref de şekir heye lê bi kelîmeyên cuda tê binavkirin. Dema danûstendinê li kelîmên ‘şekir, sakaroz, şurûba misir, frûktoz’ miqate bin.  

 

Tanoglû ji xeynî van agahiyên girîng îfade kir ku bikaranîna tixumê kinoa û Chia ku rêjeyeke bilind proteîn di nav xwe de dihewîne û têr dihêle bisûd e. Herwiha zêdevexwarina avê hucreyan nû dikin û sûda wê ji detoksê jî re heye.