image

PeyamaKurd- Nexweşînên xewê dikarin bibin sedema arîşeyên tenduristiyê yên xerab. Divê her mirov 1/3 roja xwe di xewê de derbas bike. Mijara rojê 8 siet xew, her çendîn gotineka bi giştiye jî, bo her mirovî divê ewqas siet razan hebe. Dema mirov wexta xewa xwe kêm dike, dibe sedema kêmxewiyê û di encamê de hinek nexweşînên xewê dertên ortê.

Kêmxewî dikare jiyana mirov ya rojane xerab bike, bibe sedema têkçûna derûniya mirov, asabên mirov xerab bike û mirov bike keseke êrîşker. Kesê kêmxew dibe ku serê wî biêşe, nikaribe li mirov guhdarî bike û her dem bi kesên din re pevbiçe.

Kesên ku kêmxewin bi xwe nexweşin û divê bo xeweka xweş bikin, seredana doktorên xwe bikin da dermanekî ji xwe re peyda bikin.