image

Li Bakurê Kurdistanê her çiqas rola asîmîlasyon û zilm û zexta li ser gelê kurd û Kurdistanê hebe jî, Kurdistaniyan hin edet û şahiyên xwe yên bav û kalan bi sala ye domandiye. Havînan Kurdistanî pêkve derdikevin zozanan û li zozanan ji xwe lîstik û kêf û şahiyan pêk tînin. Di zivistanan de jî lîstikên li ser qeşem, berf û heriyê de tên lîstandin di nava kurdan de populer in. Weke mînak, cirîd, bûka baranê, kaşkirina li ser berfê û hwd. Di van heyamên dawîn de niştecîhên Serhedê, bi taybetî jî yên Qersê berê xwe didin lîstikên li ser qeşayê. Yek ji wan lîstikan jî cirîda li ser berfê ye. Li Qersê lîstika cirîdê weke werzîja bav û kalan a "Lîstika şerê li ser pişta hespê" tê lîstin. Ji bo ku ev lîstik neyê jibîrkirin lîstikvan guh nadin sir û seqemê û hespên xwe dajon qadê. Cirîd bi sedsalan e li Asyaya Navîn û Kurdistanê tê lîstin. Ev lîstik li hin gundên Qersê di mehên zivistanê da bûye cihê kêf û şahiyeke mezin a gundiyan.

Li gundên Qersê her çend germa hewayê di bin sifrê da 12 pile be jî cirîdkar serê sibê dicivin û li ser zeviyeke ku berf lê bariyaye cirîdê dilîz in.

Digel ciwanan hin kal jî li hespan siwar dibin, li ser pişta hespan tûr davêj in û hesret û kesera dilê xwe ya cirîdê datîn in.

Gundiyan di derbarê cirîdê wiha axivîn: "Ji bo ku em spora bav û kalan nedin jibîrkirin û hînî ciwanan bikin, em guh nadin berf û sermayê. Hespên me hinekî xam in, divê baş werin perwerdekirin. Em bi heval û hogiran ra cirîdeke xweş dilîzin."

Gundiyeka dinê jî wiha axivî: "Ez cara ewil e ku cirîdê temaşe dikim. Tiştekî pir baş e ku ciwanên me vê werzişa bav û kalên xwe nadin jibîrkirin û dileyîzin. Ez spasdarê kedkarên vê çalakiyê me."

P.D