image

PeyamaKurd- Li başûrê welatê Nîjeryayê, di serê meha tebaxê de nexweşîna kolerayê derketiye û nikarin pêşî lê bigrin. Heya niha 13 kes mirin lê 993 kes bi kolerayê ketine.

Li gor ragihandina Neteweyên Hevgirtî, ofîsa koordînasyonê (OCHA) ya payîtexta Nîjeryayê ya li Niameyê; devera başûr ya bi navê Maradiyê ji serê mehê û vir de bi nexweşînê re têdikoşin. Herî zêde di navbera zarokan de yên ku salên wan di navbera 1 û 15an de ne, bi kolerayê dikevin.

Berpirsên tenduristiyê xebatê dikin da nexweşînê bixin bin kontrolê. Li herêmê barana ku zêde dibare, lehiyê radike û dibe sedema ku nexweşîn bipêş bikeve.