image

PeyamaKurd - Li Iraqê ji bo hin bajarên ku dikevine başûrê welêt hişyariya germahiyê hat dayîn. Di hişyariyê de hat gotin germahiya hewa dibe 50 pileyê derbas bibe.  

Li gor daxuyaniya Saziya Meteorolojiya Iraqê, li bajarên Besra, Nasiriye û Amaraya ku dikeve başûrê welet dibe ku germahiya hewayê ji 50 pileyê derbas bibe. 

Ji aliyê din welatiyên Iraqî li Bexdayê bi saya avên ku rexê rê de hatine avakirin xwe hênik dikin.

Li bajarê Besrayê jî hin welatî ji bo ku hênik bibin dikevin ava Çêmê Şetul Ereb. 

Li Iraqê di meha Tîrmeh û Tebaxê germahiyên zêde çêdibin. Li hin bajarên welêt ji ber germahiyên zêde car caran mesaiyên xebatkarên tên kurtkirin.