image

Bertekên hesas ango alerjî pircaran bi pirsgirêkên cuda re têne tevlîhev kirin. Lê dema ku neyê berçav girtin dikare encamên pir girîng bi xwe re bîne.

Nîşaneyên ku dişibîn persîvê Eger ji nişkav da kuxika we destpê bike, qirika we biêşe, îltihab ango kêm hebe dibe ku hesasyeta we hebe.

Di çerim de Pertalên ku di hewaya gerim de di laş de tên xuya kirin weke ku pêşû gez kiriye yan jî germikan tê fêm kirin. Lê bes gezkirina pêşuyan jî dibe sedema bertekên hesas bunê. pertalên ku di cihên we yên ku bi cilên were temas dikin lê hişyar bin!

Dibe ku laşê we ji ber cilkên ku hun li ber dikin yan jî ji ber pêşok a (deterjan) ku hun bikar tînin jî bertekan dide nîşandan.

Xuryana çav, werma dora çavan (qapaxa çav) Hesasbuna herî zêde a bertekan de di serî de xurîn û çavên şil tên. Ev nîşaneya zêdetir ji tozê yan jî ji qalikê ajalên kedîkirî çavkaniya xwe digrin. eger di ruyê we de û cihên din ên bedena we de warmandin hebe divê hun taybet jê hişyar bin. Bi îhtimalek mezin ev hesasbuna xwarinekiye ku bedena we bertekan dide nîşandan. Eger heya heftiyekî jî bertekên hesas her çend we derman jî bi kar anîbe derbas nebe, serî li bijîşkê xwe bidin.