image

PeyamaKurd- Herêma Mûşê bi erdnîgariya xwe û bi botanîka xwe ve bo xwedîkirina mêşên hingiv gelek başe. Îsal li bendê ne ku 3 hezar û 600 ton hingiv hilberînin ji ber ku zozanên Mûşê bo mêşên hingiv gelek başin.

Niha li zozanên Mûşê li dora 200 hezar kewarên mêşan hene. Fêda hingiv ji aliyê herkesî ve tê zanîn lê ger hingivê bê şekir be.

Xwediyên mêşên hingiv ne tenê xelkê Mûşê ne lê ji deverên din yên Kurdistanê weka Diyardbekir, Riha, Semsûr û ciyên din, tev mêşên xwe tînin zozanên Kurdistanê.