image

PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî ragihand ku her sal bi sedema hewa qirêjî, 7 mîlyon kes dimirin. Li herêma Asya Pasîfîkê ji 4 mîlyar kesî % 92 yê wan hewa qirêjî tenefus dike.

Di rapora NH de behsa tedbîrên ku bên sitendin weha dike:

“Divê hecma standardên emîsyonê bê bilindkirin, kontrola erebeyan, santralên enerjiyê, ciyên sanayiyên biçûk, kêmkirina şewitandina gilêşên gund û bajaran, pêşîlêgirtina agirê daristanan, îdarekirina ziblê heywanan, temîna enerjiya paqij bo xaniyan û pakkirina ragihandina giştî bêkirin.”

Ev tedbîr hemû karbondioksîtê %20 kêm bike,%45 emîsyona metanê kêm dike û germa global %33 kêmtir bike.

Eger ev proje bê tetbîqkirin, wê salê di navbera 300 û 600 mîlyar dolarî de bibe mal.