image

PeyamaKurd- Li gor lêkolîneka ku li Kanadayê çêbûye bi miqdareka maqûl goştê sor û penêr bo dil başe. Zankoya Kanadayê ya bi navê McMaster di 50 welatan de zêdetir li ser kesên mezin lêkolînan kirine ku jimara wan 128 hezar kesin.

Encam di çarçoveya diyeteka maqûl de eger goştê sor bê xwarin û berhemên şîr jî di nav de, bo damar û dilê mirovî başe û rîska mirina zû jî kêm dike. Encama lêkolînan ne li gor fikra diyetîsyenên îro ne.

Pispor balê dikşînin ser goştê sor ku divê ti guherîn neketibiyê. Bi xwarina goşt û berhemên şîr re, divê bi zêdayî meywe, sebze, baqliyat û bindeq bên xwarin.