image

PeyamaKurd- Berê dihat gotin ku di tedawiya pençeşêrê de ti bandoreka sêvê tine ye lê niha çerx zivirî û pispor dibêjin bo çi na!

Sedema wê jî maddeya ku di qalikê sêvê de heye ya bi navê MASPİN e. Pispor dibêjin ku ev madde bo li bergirtina pençeşêra memikan û hêkên jinan başe û proteîna li dijî hucreyên kanserê dixe nav tevgerê. Bedenê dixe nav tevgerê da li dijî hucreyên kanserê diberxwe bide.

Di nava sêvê de gelek maddeyên antîoksîdan û antîkanser hene. Di nava wan de herî girîng maddeyên kuersetin, kateşin, proantosiyanidin, gallik asid, klorojenik asid hene. MASPİN bi xwe nahêle hucreyên pençeşêrê zêde bibin.