image

PeyamaKurd - Pispor gihiştin wê encamê ku şîrê krîstal ê ku çirçirik hildiberînin gelekî ji tenduristiya mirovan re baş e.

Li gorî tora ABCê ya amerîkî, ev cûreya şîrî, bala gelek kesên ku ji xwarinên têr-enerjî hez dikin, dikişîne.

​Lê belê ev krîstal di wan çirçirkên li malan de peyda nabe û tenê cûreyeke çirçirikan wan hildiberîne ku li Okyanûsa Pasîfîk peyda dibin.

Sedema vê jî ew e ku hemû çirçirk bi hêkan dibin xwedî çêlîk lê cûreyeke bi navê Diplopterayê heye ku ew dizê û çêlîkên xwe bi şîrî xwedî dike.

Hêjayî gotinê ye ku mêjera proteînê di şîrê van çirçirkan de çar qatan ji ya di şîrê çêlekan de zêdetir e û gelek tirşeya amînî ya bingehîn jî dihewîne.

Tiştê herî balkeş ew e ku tê gotin, çêja vî şîrî ji şîrê çêlekan ne cuda ye.

Li gorî rojnameya Mirrorê ya brîtanî, sûdên tenduristiyê yên şîrê çirçirkan berî du salan hatiye keşifkirin û hinek wî şîrî di şûna şîrên din de vedixwin.

Ew şîr ji krîstalên çirçirkan tên dariştin ku ew jî beşeke ji roviya wê kêzikê ye. Zanistvan dibêjin ku "krîstal xurekeke tekûz e ku tijî tirşeyên asîdî û proteîn e."

Lêkolînerê Peymangeha Biyolojiya hucreya bineretî û bijîşkiya nûjenker a li Hindistanê dibêje ku nirxê xurekî yê şîrê çirçirkan bi gelekî ji yê şîrên din zêdetir e.