image

PeyamaKurd- Herkes behsa zerara xwê dike lê feda xwê jî gelek heye, belkî ji zerara wê bêhtir feda wê heye. Sodyûma herî zêde di nava xwê de ye. Kalsiyûm, potasyûm, paxir û çînko di nav de heye. Tamê dide xwarinan lê divê xwarina wê an bikaranîna wê ya di nava xwarinan de bi qiyas be.

Eger di bedena mirov de xwê kêm be, dikare hinek nexweşînên kronîk peyda bibin. Kesên ku tansiyona wan kême divê xwê bixun. Nexweşên ku bêhna wan dernayê, divê xwê bikarbînin da bakteriyan kêm bikin û damarên sînusan û bronşan vekin.

Însulînê dixîne. Hezma bedenê temîn dike û tifa mirov zêde dike. Kêmasiya xwê belxemê zêde dike û ev jî dike ku di xew de, ji devê mirov av were. Hestiyan jî xurt dike ji ber di nava xwê de kalsiyûm heye. Ev tiştên han tev ji fêda xwê ne. Hêjî gelek fêdeyên xwê hene.