image

Zanyar û lêkolîneran cara ewil bi awayekî serkeftî di labarotuwarê ji şaneyan hêkên însanan pêş de birin.

Li gorî nûçeya BBCyê lêkolîneran cara ewil ji şaneyên ku jinan hatin wergirin hêkên însanan bi pêş de birin.

Lêkolîneran di pêvajoya pêşdebirinê de ji jinan şaneyên ku hîn ne stewiyane wergirtin û ji bo ku ji van şaneyan hêk werin pêş de birin di labaratuwarê de ji hêla rêjeye oksîcejenê, hormon û proteînan ve atmosfereke weke gewdeyê însanan hate amadekirin. Lêkolîneran raçav kirin ku şane di atmosfera çêkirî de heta asta bergirtinê (zigot) mezin bûn.

Bi vê lêkolîna demdirêj, zanyaran derfet dît ku asta pêşdebirina hêkên mirovan raçav bikin. Pêvajoya pêşdebirina hêkan berê weke niha nehatibû raçavkirin.

Lêkolîneran destnîşan kir ku bi vê rêbazê dê keçên ku tedawiyê penceşêrê dibînin jî were bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye ku encamên lêkolînê di kovara "Molecular Human Reproduction" de derçûn.