image

PeyamaKurd - Bi helkkefta Cejna Remezanê, hejmareke mezin a geştyaran bi armanca ger û derbaskirina demên xweş serdana bajar û deverên Herêma Kurdistanê kir.

Berdevkê Desteka Geştûguzarê li Herêma Kurdistanê Nadir Rostay ji Sputnik Kurdistanê ragihand ku " di rojên cejnê de bêtirî 130 hezar geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye ku piraniya wan welatiyên Iraqê ne ku ji başûr û naverasta Iraqê bo derbaskirina cejn û demên xweş serdana herêmê kiriye."

Têkilîdarî programa desteka geştûguzarê bo pêşerojê Rostayî got, "heta sala 2025an, rêjeya geştyaran bo Herêma Kurdistanê tê texmînkirin ku bibe 7 milyon kes û dibe yek ji jêderên sereke yên dahatên herêmê û di dema bê de, dê civîn, semîner û konferansên taybet li ser asta navxweyî derbarê karta geştûguzar û çawana pêşdebirina wê bên lidarxistin. Eger terorîstên DAIŞê êrîş nekiribûya, krîza aborî bi ser Herêma Kurdistanê de nehatibûa niha geştyariya Herêma Kurdistanê di asta herî baş de dibû.

Herwiha Rosayî diyar kir ku her sal 5 milyon geştyar serdana Herêma Kurdistanê dikin û eger rêjeya geştyaran bibe 7 milyon dahata wê bo Herêma Kurdistanê dibe nêzîkî 2 milyon dolaran.

Ji aliyê din ve, xortekî kurd di dema hewldana rizgarkirina geştyareke erebi ji rûbara Çomanê canê xwe ji dest da.

Berdevkê Desteka Geştuguzarê li ser vê bûyerê jî wiha got: "Xortekî kurd bi navê Cebar Osman ku 19 salî bû, li nêzî gundê Bersîrîn li devera Baleketiyê canê xwe daye, dema ku hewl daye jineke eştyara ereb ku ketibû ava rûbarê Çomanê rizgar bike lê mixabin herdûkan canê xwe wenda kiriye û di nav ava rûbarê de xeniqîne."