image

PeyamaKurd - Di encama lêkolînan de zanyar û vekolerên Amerîkayî organekî nû keşifkirin ku tê texmînkirin uzwê herî mezin ê însan e û herwiha dibe ku interstitiyum ji bo peydakirina sedema nexweşiyan û dermankirina qansêrê jî bibe arîkar.

Bi peydakirina organê nû yê însan, zanyaran û alema zanistê perdeyek din ji ser nediyarî û sirran rakirin.

Li gor zanyaran dibe ku endamê nû organê herî mezin ê însan be. Lê hê diyardeyên qanihker li holê tunene.

Profesorê patolojiyê li NYU Langone Healtê  Dr. Neil Theise diyar kir ku Interstitiyum ji sedî 20ê însan pêk tîne û ev yek di însanekî genc û navsere de beramberî 10 lîtreyan tê. Herwiha got halê hazir di cildê însan de organê herî mezin ji sedî 16ê bedenê digire.

Di kovara Raporên Zanistî de ku roja sêşemê derket ev keşif cih digire û organê ku jê re dibêjin Interstitiyum di temamê bedenê de û di nava tevînekan de bi piranî wek rohnayiyeke wucûdê însan heye.

Doktor û zanyarên zanistê ji tevîneka interstisyel û rohnahiya interstisyel agahdar bûn lê vê xebata dawiyê der heqê taybetmendiyeke anatomiya însan ya berê nedihat zanîn de agahî dan. Loma jî vekoleran biryar da ku organê nû wek interstisyum bi nav bikin.

Hat diyarkirin ku ev organê nû di kêliya lêkolîneke din de wek qezayekê hatiye dîtin.