image

Cehtiriya çiya bi taybetî bi tama xwe û bêhna xwe baharateka gelek xurte û gelek jî fêda wê heye. Cehtirî di xwezayê de bi xwe çêdibe. Bi taybetî di herêmên ku tava wan zedeye û li ciyê bi kevir de çêdibe.

Li ser dikkanên ettaran di poşetan de jî tê firotin lê eger mirov bi destê xwe ji xwezayê bide hev ya herî baş ew e. Di tiba alternatîv de jî gelek tê bikaranîn. Bi taybetî di tedawiya diran û goştê diranan de tê bikaranîn. Ji bilî diranan wekî din jî tê bikaranîn û fêda wê gelek e.

* Westandina bedene ji holê radike û qewetê dide bedene

* Ji bo mîzewqê baş e.

* Ji bo îltîhaba rodiyan başe û kurmên rodiya dixîne.

* Li dijî nexweşînên dil tê bikaranîn.

* Ji bo nexweşên bronşit, astim û grîbê baş e.

* Ji bo romatîzmayê bi ava cehtiriyê masaj bêkirin baş e.