image

PeyamaKurd- Li welatê Nîjeryayê bi sedema belavbûna kolerayê ji serê meha temmûzê heya niha 55 kes ji nexweşînê mirin.

Koordînatorê karên mirovî yên Neteweyên Hevgirtî (OCHA) ragihand ku li başûrê Nîjeryayê li Maradiyê, serê temmûzê nexweşîna kolera destpêkir û li deverên Dosso, Tahoua û Zinder zinderê belav bûn.

Di navbera 5 ê temmuz û 10 ê êlûnê de li dora 2 hezar û 752 nexweş hatine tesbîtkirin û ji wan 55 kes mirine. Ev rêje sala borî li dora 250 hzar kesî bû û herî kêm 3 hezar kes ji nexweşînê mirin.

Sedema kolerayê ji ava qirêjî û ji şûştina xwarin an fêkiyane ku bi ava nepaqij tên şûştin.