image

PeyamaKurd - Bandora nîkotînê li ser bedena mirovên ku cixarê vedixwun dibe bi salan dewam bike.

Bandora nîkotînê li ser bedena mirovên ku cixarê vedixwun dibe bi salan dewam bike. Li gor pisporan hinek madeyên wek fêkî û şînahî nîkotînê ji bedenê paqij dike. Kerem bikin em bi hev re temaşe bikin.

Hûn dikarin nîkotîna kezeba spî bi Kiviyê paqij bikin. Kivi nîkotînê ji bedenê der dike û wek depoyeke biçûk a vîtamînê ye.

Eger hûn cixarekêş bin divê hûn bizanibin ku nîkotîn sê rojan di bedenê de dimîne. Li hember zirardayîna nîkotînê ya çerm ava Gêzeran pir baş e. Gêzer ji hêla vîtamînan ve dewlemend e, çerm nûjen dike û nîkotînê ji bedene der dike.

Hûn dikarin kezeba spî bi xwarina gihayê Gezgezkê jî paqij bikin. Di gihayê Gezgezkê de gelek madeyên mîkropkuj û demir heye. Bi saya Gezgezkê hûn dikarin bedena xwe ji nîkotînê paqij bikin.

Ne tenê ji bo paqijiya nîkotînê ji bedenê ji bo derkirina gelek madeyên bi jahr, serêş û kîlodayînê (zeîfbûn) vexwarina avê pir girîng e. Divê her mirov rojane 3 lître av vexwe.