image

Li gorî lêkolîneke nû, cureyên cuda yên vexurkê li ser derûniya mirovan guhertinên cuda cuda dikin. Vexurkên ku rêjeya alkola wan zêde ye mirovan zêde bihêrs û giryan dikin, şerab xewa mirov tîne, bîra mrov rehet dike.

Li gorî lêkolîna ku ji 21 welatan û bi 30 hezar beşdarvanî hatiye kirin û di kovara tibbê ya MBJ Openê de belav bûye derket holê ku vexurkên giran mirovî bêhtir balkêş û cazîb dikin, şerab û bîra jî mirovî bêhtir aram û bextewar dikin.

'YÊN KU VEXURKÊN GIRAN VEDIXUN XWE BÊHTIR QEŞENG Û ÇELENG DIBÎNIN'

Di çarçoveya lêkolînê de ji beşdarvanên ku temên wan di navbera 18 û 34an de hate pirsin dema ku vedixun çawa hîs dikin. Di lêkolînê de ev encam derketin holê:

‘ŞERABA SOR XEWA MIROV TÎNE, BÎRA MIROV REHET DIKE'

Şeraba sor ji şeraba spî bêhtir xewa mirov tîne.

Beşdarvana eşkere kir ku dema ku şerab û bîra vedixun rehet dibin.

Ji 40%ê beşdarvanan diyar kirin ku dema ku vexurkên sert vedixun xwe bêhtir qeşeng û çeleng dibinin.

Nîvê beşdarvanan eşkere kirin ku vexurkên sert enerjî û baweriyê dide wan. Ji hela din ve ji sê paran du par xwe bêhtir agresif dibînin.

'ALKOL JI JINAN BÊHTIR ZILAMAN AGRESÎF DIKE'

Hemû vexurkên bialkol ji jinan bêhtir zilaman êrîşkar û agresîf dikin.

Tîma lêkolînê, tesbît kir ku kîjan vexurk mirov dixê kîjan halî lê hîn encamên vê yeke nehatiye zelalkirin.

‘Bi QASÎ VEXURKAN MEKANÊ KU LÊ TÊ VEXWARIN JÎ BANDORÊ DIKE'

Pispor diyar dikin ku bi qasî vexurkan ku tê vexwarin mekanê ku lê tê vexwarin jî li ser mirovan bandorê dike.

Pergala Tenduristiyê ya Niştimanî ya Brîtanyayê (NHS) temî dike ku di heftiyekê de herî zêde 14 unîte bene vexwarin. Li gorî vê yekê 14 unîte beramberî 6 qedehên şerabê yên 175 milîlître tên.