image

Qaymeqamtiya Silêmaniyê welatî li ser sêvên genî û kurmî hişyar kir û ragihand, dema welatî sêvan dikirin bila hişyar bin.

Serokê lêjneya teftîşê ya qaymeqamtiya Silêmaniyê Goran Qadir ragihand, piştî gelek gilî û şikayet û agahiyan tîmên teftîşê zêdetirî 2 ton sêvên genî li nav bajarê kom kirin û ji nav birin.

Goran Qadir her wiha got, piştî ku me lêkolîn li ser wan sêvan kir derket holê ku rûyê wan sêvan pir paqij xuya dike lê di nav de genî û kurmî bûne. Ji ber wê jî me biryar da wan sêvan li nav bazarê kom bikin.

Serokê lêjneya teftîşê bang li welatiyan jî kir di dema kirîna sêvan û fêkiyan de hişyar bin û got, emê bazirganên ku ew cure sêv xistine nav bazarê jî ceza bikin.