image
Z. Brîndar Niviskar
image

Firotina Bakurê Kurdistanê, qurbankirina Rojavayê Kurdistanê, xiyaneta Kerkûk, Şingal û deverên din, parçebûn û bêtifaqîya rêxistin û partîyên netewî-Kurdistanî, carek din derxist holê ku em Kurd pir dûrî hişmendî û giyanê netewperwerî û netewparêzîya Kurd in, em dûrî zanyarî û têgihiştina millî û netewî ne.

Kurd milletekî ecêb e. Di dinyayê de kêm millet wek milletê Kurd xemsar, sersar û  xwedîyê ruh û  kompleksa koletîyê heye. Ji ber ku ruh û giyanê netewî û millî di xwîn, mejî û bedena Kurdan de ne meyaye û qalib negirtiye, wek mirîşka gêj û sewsî li Kurdan hatiye. Reşikên Afrîkayê jî di dema îro de wek Kurdan ne xwedîyê ruh û giyanê koletîyê ne. Kurd ji xwe re, ji malbat, eşîr, partî û terîqetên xwe re mirîd û kole ne. Lê çi hikmet be, ji bo doza xwe ya netewî, ji bo berjewendîyên Kurd û Kurdistanê nebûne kole û mirîd. Nabin û belkî qet jî nebin. Aha malxirabî û tofana herî mezin a ku hatiye serê Kurdan ev e. Erê Kurd bi ziman Kurd in, lê bi giyan, mejî û xwîn û bedena xwe ne Kurd in, Kurdok in û ji qewla Tirkan ve Qiro ne.

Gava ez van gotin û hevokan dibêjim û dinivîsim, dil û hinavên min diperitin. Kelogirî dibim, geh bi hal û rewşa xwe û Kurdên xwe digrîm, geh dikenim. Digrîm ji ber ku di qirn û sedsala 21-22an de 50-60 milyon Kurd hê bê dewlet in, kole ne, parçekirî û tarûmar in. Dikenim ji ber ku bi sedê salan e Kurd raserî qirkirin, tofan, jenosîd, wahşet û enfalan hatine, lê dîsa jî biaqil nebûne, xwe nas nekirine û heta roja îrojî aşiq û evîndarên mirdar û kujerên xwe ne. Hinek bi navê çepîtî, komunîzm û bratîya xelkên çeqilmast, hinek bi navê bratîya ummeta misilman û hinek jî ne bi navê tiştekî xwe û doza xwe beravêtî dikin, doza Kurd û Kurdistanê ji bo xelkê û di ber xelkê de dikin qurban.

Her çiqasî ev kompleks, xwepiçûkdîtin, sertewandin, sersarî, bêxemî, şermokî, bêşexsîyetî û bêxîretîya ku em îro dijîn girêdayî zilm û zora dewletên dagîrker û bandora nemirovantîya wan be jî, lê peşkên nebaşîyên serok, rêvebir û kadroyên tevgera Kurdî jî li me ketine û bûne sebeb ku ev hêmanên nehînî di bedena me de şax û per vedin û bibin pençeşêr.

Bindestî û zilm û zora ku dagîrkerên me li me kiriye, kesayetî di bedena me de nehiştiye, mejîyê ku di serê me de heye pûç kiriye û hişmendîya ku di mejî de meyaye çelqandiye. Di têkbirina kesayetî û pûçkirina mejîyê me de helbet rol û bandora rêvebir û serokên me jî heye. Ji ber ku rêvebir û serok jî ji nav civatê derdikevin, belkî civaka Kurd jî di vê sosret û xwelîserîyê de gunehkar be, û belkî jî binyat û hêka me Kurdan xirabe be. Lê çi dibe bila bibe, xeletî û şaşîyek di me Kurdan de heye. Yan hormonên me xirabe ne, yan jî hinekan bi DNA ya me lîztiye. Yan ji vê dinyayê û ji dinyayek din hinekan vîrûs û mîkropên tunekirina kesayetîyê di laş û bedena me de meyandine, yan jî cin û pîrebokan mejîyê keran bi me dane xwarin. Lê çi dibe bela bibe, em Kurd wek millet ne normal in. 

Gava meriv dên û bala xwe dide rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û li ser rêxistin, malbat, eşîr, dezgeh û partîyên Kurd diponije, dibîne ku piranîya wan tenê bi zimanê xwe Kurd in, Kurdayetîya wan ji qirikê û bi jor de ye û di jiyana rasteqîn de dûrî hest û hêmanên Kurdayetîyê ne. Milletekî ku bi sedê salan e hatibe parçekirin û welatê wî hatibe dagîrkirin, milletekî ku tu heq û hiqûqê mirovantî jê re nehatibe hiştin, milletekî ku ziman, çand û hebûna wî hatibe înkarkirin, çawa dibe ku li xwe hay nabe û xwedî li xwe dernakeve? Ma tenê bi gotina “ez Kurd im, em Kurd in“ Kurdayetî dibe û nirxên Kurdayetîyê tên cîh? Na. Li her çar parçeyên Kurdistanê ez Kurd im, em Kurd in heye, lê ji bo Kurdayetî û Kurdistanê çima em nikarin bên ba hev, çima em nikarin bibin yek, çima tenê ez û ez, tuneye. Berjewendîyên kesayetî, malbatî, eşîrtî, herêmî, mehelî, rêxistinî û partîtîyê Kurd ewqasî ji hişmendîya Kurdayetî û Kurdistanîbûnû dûr xistine ku wek pezê bê şivan li me hatiye. Ango; ji ber herkes dibêje ez, kes nikare bibe şivanê pez. 

Firotina Bakurê Kurdistanê, qurbankirina Rojavayê Kurdistanê, xiyaneta Kerkûk, Şingal û deverên din, parçebûn û bêtifaqîya rêxistin û partîyên netewî-Kurdistanî, carek din derxist holê ku em Kurd pir dûrî hişmendî û giyanê netewperwerî û netewparêzîya Kurd in, em dûrî zanyarî û têgihiştina millî û netewî ne.

Firotina Bakurê Kurdistanê, qurbankirina Rojavayê Kurdistanê, xiyaneta Kerkûk, Şingal û deverên din, parçebûn û bêtifaqîya rêxistin û partîyên netewî-Kurdistanî, carek din derxist holê ku em Kurd pir dûrî hişmendî û giyanê netewperwerî û netewparêzîya Kurd in, em dûrî zanyarî û têgihiştina millî û netewî ne. Heke di qirnê 21ê de milletek 50-60 milyon be,  partîyên wî milletî hîna tifaqa xwe çênekiribin û parçeyek ji xaka xwe rizgar nekiribin, wateya xwe ew e ku ewî milletî xwe nas nekiriye, partîyên wî milletî ne partîyên netewî û Kurdistanî ne û Kurdistan ji bo wan tenê hacetek e, pêlik û lîztoka siyaset, polîtîka û berjewendîyê ye. 

Em Kurd ne ji dîroka xwe dersan werdigrin, ne jî ji dîroka dagîrkerên xwe. Ewqas bobelat, karesat û tofanên ku di dîroka me de hatine serê me nayên ber çavên me û ji bo serketina pêşerojê em wan ji xwe re nakin nîşan û mînak. Em dersan ji dîrok, ji hest û helwesta dijminên xwe jî nagrin. Dijmin û dagîrkerên me gava li dijî Kurdan, li dijî Kurdistanê dibin yek, em xwe kerr û lal dikin. Gava misilman, çep, kominîst û sosyalîstên wan, rast û nerastên wan li dijî Kurdan dibin yek û dibin yek deng, em xwe kor û hitim dikin. Hest û helwestên wan yên netewî û netewperestî ji me re nabin ders û em wan ji xwe re nakin mînak. Û bi sedan nimûneyên din. Ev yek jî bi me dide xuyakirin bê em Kurd çiqasî dûrî doza xwe ne, dûrî netew û netewhezîya xwe ne û çiqasî hiş û giyanê Kurdayetîyê dûr ketine.

Bi kurt û Kurmancî; ji ber ku em dersan ji dîroka xwe nastînin û her tiştî zû ji bîr dikin, em Kurd bûne neyarê qewmê xwe û wek qewmê kew hevdu dixin dafik û kemînan. Kurdayetî, Kurdistanîbûn ne tenê di ziman de ye, di kirin û emel de ye, di xwenasînê de ye.

Lê wek bav û kalên me gotiye, xuyaye heta em Kurd xwe nas bikin, emê temen derbas bikin…

 

Z.Brîndar

03.05.2018