image
Z. Brîndar Niviskar
image

“Her çiqasî Cejna Qurbanê salê carekê be jî, lê ji Kurdan re her roj Cejna Qurbanê ye, her roj bi xiyanet û xwefiroşîyê xwîna hev dirjînin û hevdu dikin qurban. Kurd li Kerkûk, li Şingal, li xendekên Bakur û li Efrînê bûn qurban. Hêvîdarim peşkên xwîna qurbanê li enîya partîyên Kurd bikeve da ku ji xewa mirinê hişyar bibin, bên ser hev, li xwe hay bidin û bes ji xelkê re bibin qurban û pêlîztoka zarokan”

Ji bo yekgirtina Başûr û Rojava û serxwebûna herdu parçeyên Kurdistanê derfetên mezin derketibûn holê. Lê mixabin ji ber bêtifaqîya partîyên siyasî û dijminatîya hinek partîyên Bakur, Başûr û Rojava, ev derfeta dîrokî nehat bikaranîn û ji dest hat berdan. Di vê dijminatîya dîrokî de bêguman rola sereke dîsa wek hercar partîyên ku li ser navê Kurd û Kurdistanê derketine holê, lê di esasê xwe de dijminatîya Kurd û Kurdistanê dikin, lîztin û dilîzin.  Ev partîyên ku îdeolojîya wan, siyaseta wan, ruh û giyanê wan ne di destê wan de ye, bûn sersebebê ku Kerkûk ji dest biçe, Şingal ji dest biçe, Efrîn ji dest biçe û Bakurê Kurdistanê ji xwe kirine xendekxane, wêranxane û ji zû de ji dest çûye.

Piştî êrîşên ser Efrînê û bêdengîya Amerîka û hêzên hevpeyman, xuyabû ku ji bo Rojava plan û projeyên nû ketine dewrê û wê rewş bê guhertin. Piştî ku heyeta Tirk û Rûs serdana Ocalan kir (M. Karayilan eşkere kiribû), YPG di 24 katjimêran de Efrîn terikand û Şingal jî bi heman şêweyî ji alî PKK ve radestî artêşa Iraqê hat kirin. Piştî van dek û dolabên dij Kurdayetî, êdî hêvîya yekîtîya Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan re bû xewn, bû xeyal û xwedê zane bê wê çendsed salên din dîsa fersendek wilo dîrokî bê ber lingê Kurdan. Ji xwe hewce nake em behsa Bakurê Kurdistanê bikin. Kurdên Bakur bi saya serê PKK û siyaseta wê ya Tirkayetî û Tirkîtîyê ketine xewa mirinê û tew ne Kurdistan di bîra wan de ye, ne jî Kurdayetî.

Rewşa partîyên Bakur yên li derveyî PKK û pêgirtên wê jî ji xwe li holê ye. Ne karin bên ba hev û siyasetek hevbeş û netewî biafirînin, ne jî dev ji kursîyên xwe berdidin û hêzek Kurdistanî û xurt diafirînin. Yanî, ez û dîsa ez! Siyaseta “hindik û rindik“ “bela piçûk be lê bela ya min be“ çil sal in berdewam dike. Û ji ber vê xwelîserîya partîyên Bakur jî, tu alternatîfek xurt û wêrek li Bakur çênabe, nayê avakirin, yan jî ji alî hemûyan ve nayê xwestin. Her çiqasî bi ziman û daxuyanîyên xwe Kurdistan, yekîtî, hevkarî û filan û fîstan ji devê wan nakeve jî, lê di pratîk û emelê xwe de xizmetê ji siyaseta PKK û dewletê re dikin. Ew partîyên ku hema bêjin temamê wan siyaseta PKK û HDP naecibînin; li dij in û wan wek partîyên Kurdistanî nabînin, partîyên ku êdî tu rikberî û berberîya îdeolojîk jî di navbera wan de nemaye û hemû xwe wek partîyên netewî, netewparêz, demokrat û Kurdistanî dibînin, dîsa jî nikarin yan jî naxwazin bên ba hev û bibin yek. Bi kêmanî karîbûn di bin sîwana sazî yan enîyek netewî de siyasetek xurt û yekpare bikin. Lê nakin. Nakin ji ber li hesabê kesekî ji wan nayê.

Ev helwest, ev mejî, ev hest, ev ezezî û pozbilindî ne tenê li Bakur, mixabin li her çar parçeyên Kurdistanê govendgêr e. Ev hest û mejîyê nexweş bandora xwe li nifşê nû jî dike, mejîyê wan jî wek mejîyê xwe dike çeqilmast û nahêle hişmendî û hestek netewî, netewparêzî û Kurdistanî di hiş û bedena wan de zîl bide. Yanî, “Kurd kurmên dara xwe ne. Û heke ne ji kurmên darê be, zewala darê çênabe û dar narize “.

“Ma Amerîka yan Rûsya kurê bavê me ye ku Kurdistanekê bixemilîne û bîne li ber me deyne? Na. Ser û binê dinyayê berjewendî ye. Herkes li berjewendîyên xwe digere û ji bo wan berjewendîyan hesabê xwe dike, siyaset û polîtîka xwe dimeşîne.”

Dixuye ku ji bo seranserê Kurdistanê plan û proje yek e û ji heman navendê ve hatiye û tê birêvebirin. Gava Kurd bi xwe dijminê qewmê xwe bin, gava Kurd bi xwe lîztik û pêlîztokên dijminên xwe bin, gava Kurd bi xwe dijminatîya serxwebûna welatê xwe bikin û Kurdistanê bavêjin teneka zibil, gava Kurd bi xwe bajarên xwe, dewlemendîyên xwe, nirx û pîrozgehên xwe, kesayet û vîna xwe radestî dijminên xwe bikin, wê Amerîka çi bike, Rûsya çi bike, yan Ewrûpa ji Kurdan re çi bike? Divê em gazindan ji wan nekin. Ma kes nan dide kesê ku birçî ye û negrî? Ma Amerîka yan Rûsya kurê bavê me ye ku Kurdistanekê bixemilîne û bîne li ber me deyne? Na. Ser û binê dinyayê berjewendî ye. Herkes li berjewendîyên xwe digere û ji bo wan berjewendîyan hesabê xwe dike, siyaset û polîtîka xwe dimeşîne. Lê em Kurd? Ne siyasetek me ya netewî û navnetewî heye, ne hêz û artêşek me ya yekgirtî û netewî heye, ne lobî û dostên me yên navnetewî û xwedî erk û gotin hene, ne kerametên me yên mezin hene ku em karibin xwe bi herkesî bidin qebûlkirin û bi sedan nimûneyên din. Bi kurt û Kurmancî; Em Kurd bi qûna tazî tembûrê dixwazin!

Îcar kî qurban e, kî kê dike qurban heyran?

Gava em Kurd bi xwe bi kêrî hev neyên, bê tifaq bin, dijminê hev bin, dijminê welat û berjewendîyên welatê xwe bin, kurtanê kerên xelkê bin û ji xelkê re bi qurban û heyran bin, ma gazind ji xelkê din tê kirin ezbenî?

Serokê Amerîkayê Donald Trump, herî dawîn anî zimên ku ewê di demek nêzîk de ji Sûrîyê derkevin û got: “Emê di demek nêzîk de ji Sûrîyê vekişin. Emê bihêlin bila hinek din bi Sûrîyê dakevin. Sedema ku em li Sûrîyê bûn DEAŞ bû. Em di têkoşîna bi DEAŞê re gîhan armanca xwe“ filan û bêvan.

Piştî ku Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD -YPG) hêza xwe ji Rojhilatê Feratê kişand û şand alîkarîya Efrînê, xuyabû ku wê navbera Amerîka û YPG nexweş bibe. Nûnerên artêşa Amerîkayê piştre daxuyandin ku YPG xwe ji koalisyonê vekişandiye û şerê li dijî DEAŞê di xeterê de ye.

Helbet ev daxuyanî peyamek bû, peyama terikandin û derketina ji Sûrîyê. Ji ber Amerîka bi alîkarîya Kurdan li Sûrîyê dijî. Heke YPG xwe ji koalisyona şerê li dijî DEAŞê vekişîne, Amerîka nikare bi hêzên Ereb şerê DEAŞê bike û ji xwe Amerîka bawerîya xwe bi Ereban jî nayne, ji wan ne piştrast e. Ji ber vê, ji Amerîkayê re çareserîya herî baş terikandina Sûrîyê ye. Ji xwe ji Kurdan pêve tu dostên Amerîkayê ne li Sûrîyê û ne jî li Iraqê tunene. Piştî ewqas şer, bedel, mesrefek mezin gotinên Trump helbet piçekî balkêş in. Heke hat û Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê derket, gelo çi dek û dolab li serê YPG û Kurdên Rojava tên yan jî wê bên gerandin, halîhazir ne kifş e.

Proja Mîsakî Mîllî di bêrîka dewleta Tirk de ye û dixwaze ji Efrînê heta bi Kerkûk û Mûsilê bide ber xwe. Gelo Amerîka û Tirkîyê li hev kiriye û vekişîna Amerîka rê ji projeyên Tirkîyê re vedike? Yan Amerîka û Rûsya li ser qeder û pêşeroja Sûrîyê û Kurdan li hev kiriye û serê hefsêr xistiye destê Rûsyayê? Siyaset û polîtîka li ser Sûrîyê kêlîk bi kêlîk tê guhertin û kes nizane destê kê di bêrîka kê de ye. Lê tiştek tenê li ber çavan aşîkar û eşkere ye.

Qurbankirin û qurbanbûna Kurdan!

Her çiqasî Cejna Qurbanê salê carekê be jî, lê ji Kurdan re her roj Cejna Qurbanê ye, her roj bi xiyanet û xwefiroşîyê xwîna hev dirjînin û hevdu dikin qurban. Kurd li Kerkûk, li Şingal, li xendekên Bakur û li Efrînê bûn qurban. Hêvîdarim peşkên xwîna qurbanê li enîya partîyên Kurd bikeve da ku ji xewa mirinê hişyar bibin, bên ser hev, li xwe hay bidin û bes ji xelkê re bibin qurban û pêlîztoka zarokan…

 

Z.Brîndar

31.03.2018