image
Dara Bilek Niviskar
image

Hilbijartinên li Tirkiye çêdibin her alî yan jî kes di kuleka xwe de lê dinêre. Mixabin piranî pîvanê wek berjewendiyên kesayetî bingeh digrin. Dema mirov di kuleka kurdeyatiyê de û berjewendiyên tevgerakurd esas bigre û hilbijartinên çêdibe binirxîne rewş tê guhertin. Hingê mirov di rastiya xwe de, sedemê ku deng bide aliyekî nikarê pêyda bike. Ji bo vê jî belkî ya herî bi baş ewe ku mirov neçê ser sendoqa yan jî bi awayekî dengê xwe nedê aliyekî yan jî kesekî.

Wek tê zanîn Erdogan û AKPê demekî di pirsa Kurd de hinek gav avêtin, baweriyek herkesekîre çêbû ku AKP bi awayekî berê xwe dide pirsa kurd dixwaza tiştekî bike. Vê yekê sempatiyek di nava Kurdan de peyda kirîbû. Lê taybetî di dema referanduma Serxwebûna Kurdistanê li Başûr, helwesta Erdogan û di vê derbarê de gotarên wî, sariyek mezin di nava kurdan de peyda kir. Gelek kurd ji vê helwesta Erdogan aciz bûn. Di van hilbijartinan de tifaqa ku li gel MHPê û BBPê çêkirî, bû sedemek mezin ku hêdî tu hêviya kurda nema ku AKP tiştekî bike. MHP û BBP du partiyên nijadperestin. Niha AKP bivê nevê dikevê di vê potayê de. Erdogan propaganda xwe ya hilbijartina de îdia dike ku, wî û partiya wî pirsa kurd çareser kiriye.

Ji aliyek din, rewşa CHPê kifşe. Lê berbijêrê vê partiyê Ince di derbarê pirsa kurd de tiştan dibêje û dide xûyakirin ku dê vê pirsê çareser bike. Awayê çareseriyê jî eşkere dike. Bê guman ev gavek erêniyê û divê kurd kêmasî çavderiya vê yekê bikin.

Gelo di vê çerçoveyê de rewşa partiyên kurda çewene? Wek tê zanin 6 partî û aliyên kurd ji bo avakirina Tifaqa Kurdistanî civîyan û avakirina platformek Kurdistanî minaqeşe kirin. HAK-PAR piştî çend civîna xwe ji Tifaqa Kurdistanî da aliyekî. Pênç aliyên mayin di nava xwe de li ser hinek prensîbên hevbeş Tifaqa Kurdistanî ji bo Hilbijartina ava kirin.

Tifaqa Kurdistanî hewl dida ku li ser prensîbên ku hatî avakirin Bloka Kurdistanî ava bike û ji bo vê jî li gel HUDA-PAR û HDPê hevdîtin kirin. Çavê gelek kurda li vê yekê bû. Kêmasî dê bloka Kurdistanî di hilbijartinan de hebûya û ev yek jî ji bo Kurda dibûya moralek û dê berê dengên Kurda jî dabûya yek cihekî.

Lê mixabin ji bo helwesta HDPê ya çewt û ne kurdewarî ev blok pêknehat. Sedemê pêknehatina vê yekê ji aliyê Tifaqa Kurdistanî ve hate diyarkirin. Di vê pirsê de astenga herî mezin HDP, xwe partiyek Kurd û Kurdistanî nabîne û xwe wek partiyek Tirkiye û aliyê îdeolojik ve jê xwe partiyek çep dibîne. HDPê xwe kiriyê mehkumê çend aliyên çepên Tirk yên marjinal. Ji aliyê din Qendil nexwest HDP di nava bloka Kurdistanî de cih bigre û di vê derbarê de ji berpirsê KCK Mistefa Karasu ev yek eşkere û dengek bilin da xûyakirin.

Gelek kes dibêjin em deng bidin HDPê tenê ji bo nemine di bin benda hilbijartinan de , ji bo AKP sernekeve. Yanî aliyek tenê ji bo dijitiya Erdogan û AKPê denga dide HDPê. Piraniya wan jî çep û hinek aliyên di nava CHPê de ne.

Tifaqa Kurdistanî daxûyaniyekî de da kifşkirin dê aliyên di nava Tifaqê de azad bin û her aliyek li gora xwe helwesta xwe dide kifşkirin. Çar aliyên di nava Tifaqa Kurdistanî de dibêjin: Emê di serokkomariyê de dengê xwe bidin Demirtaş û di parlementoyê de hevalên me azadin. Lê nabê denga bidin Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet, yanî tene dikarin dengê xwe bidin HDPê û hinek berbijêrên serbixwe.

PDK-T ji da xûyakirin ku ew dengê xwe nadin tu aliyekî, ji ber ku tu alî behsa pirsa kurd nake .

Niha mirov wek kurdekî bifikirê , dema dengê xwe bidî aliyekî, divê bersiva wê jî hebe. Ji bo vê jî eger mirov berjewendî û destkeftiyên hinek mafên kurda bike pîvan, gelek zehmete ku di van hilbijartinan de mirov dengê xwe bide aliyekî. Ev dibe sedemek bingehîn ku deng nedan di wijdana mirov de ya herî başe. Ji ber ku tu alî nabin bersiva daxwaziyên kurda.

Di van hilbijartinan de ya herî baş avakirina Tifaqa Kurdistanî bû. Ji bo helwestên cuda ev Tifaq têkneçû heyina xwe parast û dê hilbijartinên herêmî de berdewam be. Heta ev Tifaq dikare bibe zemîn ji bo Tifaqek Kurdistanî û li ser xeta netewî siyasetê bikin û ji bo destxistina mafên rewa yên gelê xwe tekoşînê bidin.

Belkî jî destkeftina kurda ya herî mezin di vê pêvajoyê de ev bû.

Di baweriya min de li bajarên Kurdistanê gerek xelk neçin ser sendoqan û deng nedin. Eger li bajraên Kurdistanê rijeya çûyina ser sendoqa nebe ji % 70-85 , bibe ji % 20-30, dê peyamek gelek hêja bidin desthilatdariya Tirkiye û ew partiyên ku bi navê kurda kurda dixapînin jî.

Dema mirov dengê xwe bide partiyekî , gelek hindikbe jî kêmasî bi awayek manewî mirov dibe şirîkê rastî û xeletiyên wan jî.

Carê mirov ji hinekan dipirsê : Tu dengê xwe bidî kî? Dibêjin emê dengê xwe bin xwe. Lê dema tu dipirsî tu kiyî? Bersiv tuneye. Eger mirov xwe û rastiya xwe nasneke, tê wateya ku mirov dengê xwe bide “xwe“ jî tuneye.

 

Dara Bilek

13.6.2018