image
Rojhat Amedi Niviskar
image

Wek tê zanîn duhî 16.08.2018 li Finland bajarê Helsînkî civînek taybet di navbera serokê Amerîka Trump û serokê Rusya Pûtîn de pêk hat.

Her çendî xwiya neke jî, rewşa Sûriyê û berberiya Îranê di Rojhilata Navînê de babetên sereke yê civînê bûn.

Loma, çavê hemû dinyayê li ser vê civîna hanê bû.

Ji Yekîtiya Awrûpa bigrin ta Çîn, ji Îsraîl ta Îran, ji Tirkiyê ta welatên Erebîstan...

Tevaya cîhanê li hêviya encamên civîna Trump û Pûtîn bûn.

Herî zêde çavê Îsraîl, Îran, rejîma Şam û Tirkiyê li ser civînê bû...

Bi ya min, cîhana ku em îro tê de dijîn, pêwîstî bi hevpeymaniyên nû heye. Dibe ku civîna Helsinkî ji bona hemû aliyan bibe destpêka pêwendiyên nû. Rastiyek heye, ku divê ji hemû aliyan re zelal be. Divê bê zanîn, ku hevpeymaniya Amerika, Awrûpa û hevalbendên wan di dema şerê sar de hatine dezaynkirin.

NATO di dema şerê sar de hatiye avakirin.

Pakt a Warşova di dema şerê sar de hatiye avakirin.

NeteweyênYekgirtî jî di bin sîbera şerê sar de hatiye damezrandin.

Ji bona ku bi têkçuna Yekîtiya Sovyet dema şerê sar bidawî hat, divê di serî da dezgeha Neteweyên Yekgirtî û NATO ji nû ve bên dezaynkirin û pêwendiyên navnetewî dubare di ber çav re bên derbazkirin.

NATO û Neteweyên Yekgirtî nikarin ji problemên Cîhanê re bibin derman..

Gelek mexabin ev rastiya hanê ta nuha neketiye rojeva welatên serdest ji bilî Amerikayê...

Yekemcar, Trump di dezgeha Neteweyên Yekgirti û NATO yê de behsa gorankariyê kiriye. Neteweyên Yekgirtî bûye dezgehê biryargirtinê, lê ta nuha tu biryarek wan nehatiye bicîhkirin. Dezgehek bêwate ye...

Ev babetek serbixwe ye ku mirov divê bi taybet li ser raweste.

 

Em vegerin ser civîna Helsînkî;

Ji roja têkçuna Yekîtiya Sovyet, roja ku Pakt a Warşova belav bu û tevaya Awrupa Rojhilat ket destê Amerika û Awrûpa Rojava, Rûsya berê xwe da welatên Rojhilat.

Rûsya ev 20 sal in bi „Karta Îran“ welatên Rojava tehdît dike.

Bi saya serê van pêwendiyên hanê Îran dikare di Rojhilata Navînê de li gor keyfa xwe tev bigere...

Îran, tenê bi piştevaniya Rûsya dikare siyaseta belavkirina mezhebê Şîayetiyê li seranserê Rojhilata Navin bimeşîne...

Îran tenê bi piştevaniya Rûsya dikare di bernameya Nukleerî de berdewam be.

Bi kurtî, Îran baş dizane, ku Rûsya bi pêwendiyên ligel Îran wek kartek TEHDÎTê li dijî Amerîkayê bi kar tîne û gava ev herdu welatên mezin li hev bikin, pêwîstiya Rûsyayê bi Îranê namîne û wê Îran nikaribe wek caran berberiya hemû deveran bike…

Ji bona wê, encama civîna Helsînkî ji bo Îranê gelek girîng e.

Lê herî zêdetir hewcedariya Rûsya bi civîna Helsînkî heye. Rûsya bi têkçûna Sovyetê gelek dever ji dest da. Rûsya naxwaze wek 20 salên derbasbûyî tim û tim xwînê winda bike...

Şerê li Kirim û Ûkranya jî ji bona wê tê kirin.

Rûsya ji zû de hewl dide, ku ji welatên Rojava temînatê ji bona desthilatdariya welatê xwe bidest bixe.

Bi ya min, civîna Helsînkî di vê çarçoveyê de pêk tê.

Lê ji bona me ya girîng ew e, ka çi li ser Sûriyê hatiye axaftin û ev herdu welatên zilhêz wê li ser pêşeroja Sûriyê çi bikin.

Her çend di çapemeniyê de hinek tişt hatin belavkirin, lê tiştên herî girîng wek hemu caran di pişt deriyan de dimînin.

Îran, bi riya Rûsya dixwaze mana xwe li Sûriyê misoger bike.

Îran razî bûye ku ji sinorên Îsraîl û Ûrdinê dûr bikeve.

Amerîka di vî warî de gelek hesas e û hesabê Îsraîlê dike.

Mana Îran li Sûriyê metirsîdar e, lê gava rejîm li Tehran şikest bixwe wateya bazarkirinê li ser vê babetê namîne.

Pêşketinên piştî civîna Helsînkî;

Beşar Esed care dimîne, lê ne mayînde ye..

Sûriyê, yekcar dikeve nav pelên dîrokê de..

Desthilatdariya Elewiyan li ser hemû pêkhateyên Sûriyê dibe tarîx..

Giftûgo li ser çawabûna sîstema Federasyonekê dest pê dike..

Îran wê ji Sûriyê bi temamî dûrkeve..

Ya herî girîng ji bo me Kurdan; Amerika û Rûsya li ser pêşeroja Kurdan hemfikir in û mafê Kurdan di çareseriya Federasyonê de dibînin. Ta nuha herdu alî li ser tu babetekê nêzîkî hev nebûne. Lê qedema nêzîkbun û diyalogê dest pê kir, ev gelek grînge.

Lê dive Kurdên Rojava zûtirîn dem yekîtiya siyasî pêk bînin.

Bi civîna Helsînkî, encamên ku herkes hêvî dike pêk nehatiye, lê qonaxek nû di navbera Rûsya û Amerikayê de dest pê dike.

Bi civîna Helsînkî, hewldanênTirkiyê li Sûriyê nisbeten kêmtir dibin.

Bi civîna Helsînkî, bandore Îranê kêmtir dibe.

Bi civîna Helsînkî, pêwendiyên Kurd ligel Kurd dest pê dike.

Ji hemûyan girîngtir, bi civîna Helsînkî, wateya Astana namine, yanî konsepta Îran û Tirkiyê li ser pêşeroja Sûriyê bi sernakeve…

 

Rojhat Amedî

17.07.2018