image
Z. Brîndar Niviskar
image

Gotinek bav û kalên me heye dibêjin: “Heke te girt bernede, heke te berda bi dû nekeve”.

Fersendên dîrokî hemi caran nakevin destê meriv û li derîyê meriv naxe. Gava hat devê derî û li derîyê te xist jî, divê tu nebêjî na û derî lê negirî. Belkî fersendên dîrokî sedsalan carekê, belkî dusedsalan carekê tê ber derîyê te. Belkî jî qet nayê û tu di nav çar dîwarên kerr û lal de bi tena serê xwe dimînî, bi qeyd û bend dijî.

Îro ew fersenda ku em bi sedê salan e li hêvîya wê bûn, hatiye ber devê derîyê me û dixwaze têkeve hindur. Gava em vê fersenda delal nehewînin mala xwe û mêvanperwerîyek baş jê re nekin, ewê pişta xwe bide me û xwedê zane bê wê piştî çendsed salên din dîsa li me vegere.

Rewşa Rojhilata Navîn li ber çav e. Projeya mezin a guhertina Rojhilata Navîn ji Lîbya û Misrê dest pê kir û bi Sûrîye û Iraqê berdewam dike. Pirsgirêkên navbera dewletên Erebî û Qatarê jî xuyaye xalek ji berdewamîya vê proje û guhertinê ye. Di vir de xuyaye guhertinên herî mezin wê li Sûrîye û Iraqê rû bidin. Dawîlêhatina peymana Sykes-Pîcot wê sînorên Rojhilata Navîn û bi taybet jî sînorên dewletên dagîrkerên Kurdistanê ji nû ve bineqişîne. Parçekirina Kurdistanê û bindestîya Kurdan bû sedema ku Rojhilata Navîn bibe hêlîn û teqana şer û pirsgirêkan. Aramîya herêmê bêguman bi azadîya Kurdan û damezrandina dewleta Kurdistanê ve girêdayî ye. Kurd li herêmê hem pirsgirêk in, hem çareserî ne. Kî bixwaze li herêmê bibe desthilatdar, xwedî erk û xwedî gotin, divê dermanekî ji brîna Kurdan re bibîne. Û ew derman jî helbet dewletbûn e, serxwebûna Kurdistanê ye.

Kurdistan ne tenê erd û xakek e. Kurdistan xezîneya sererd û binerdîn e. Nîvê petrol û gaza dinyayê di xaka Kurdistanê de ye. Her çar dewletên dagîrker jî bi petrol û gaza Kurdistanê li ser pîyan e û pê dijîn. Sedema ku dewletên dagîrker naxwazin Kurdistan serbixwe û Kurd azad bibin (parçeyek be jî) dewlemendîya Kurdistanê ye. Û herweha dewletên mezin û super jî di heman zanebûnê de ne. Ji ber vê yekê, çi Amerîka û hevalbendên wê bin, çi jî Rûsya û hevalbendên wê bin, şerê xwe li ser hesabê pêşeroja Kurdistanê û dewlemendîya wê dikin. Şerê sêyemîn îro li Rojhilata Navîn û li ser hesabê pêşeroja Kurdistanê dest pê kiriye û tê kirin. Ew fersenda dîrokî ku em behsa wê dikin, aha ev fersend e. Heke em Kurd ji vê alozî û pevçûna Rojhilata Navîn sûdê wernegirin û ev fersenda ku hatiye ber devê derîyê me baş bi kar neynin, wê gellek peymanên û planên wek Sykes-Pîcot li serê Kurd û Kurdistanê bên gerandin.

Demek dirêj e ku li Başûrê Kurdistanê behsa pêvajoya referandûmê dihat kirin. Kurdên ku birastî Kurd û Kurdistanî ne, ketibûn kelecana pêkhatina referandûmê û li hêvîya wê bûn. Helbet biryara referandûmê ne hêsan bû. Heta ku derfet hêmanên navxweyî û navnetewî nehatina kemilandin, pêkanîna referandûmê xeter bû, seqet bû. Lê piştî ku rewşa navxweyî (bi ser ku hinek partî pirsgirêkan derdixin jî) û  navnetewî li xêra Kurdan hat guhertin, Kurd gîhan wê bawerîyê ku êdî dema referandûmê ye û divê referandûm bê lidarxistin.

Biryara referandûmê di nav Kurdên seranserê cîhanê de bi dilxweşî û serbilindî hat pêşwazîkirin. Helbet bi taybet dewletên dagîrker, kesayet, rêxistin û partîyên ku di bin bandora dewletên dagîrker de ne û xizmetê ji wan re dikin, wê li dij referandûma serxwebûnê derkevin. Bêguman hefsarê wan di destê kê de be, ew mecbûr in di xizmeta wan de bin, şik û guman ji vê re nîne. Dil dixwaze ku temamê partîyên Kurdan di referandûmê de yek dest û yek helwest bin. Lê partîyên ku dijminatîya serxwebûna Kurdistanê û netew-dewletê dikin, helbet divê meriv tu hêvîyek mezin ji wan neke û li bendî xêra wan jî nemîne. Lê bi gelemperî hem Kurd û hem jî dostên Kurdan piştgirîyê didin referandûmê û ji bo serxwebûna Kurdistanê jî desteka xwe venaşêrin.

Heke em dewletên dagîrker û hevkarên wan ên Kurd deynin alîyekî, her çiqas daxuyanîyên hinek rayedarên Amerîka û Yekîtîya Ewrûpayê ligel hevrêzî û hevxebata Iraqek yekgirtî be jî, gellek dengên cuda û piştgirîyê jî ji nav rayedarên wan welatan tên bihîztin. Ev jî dide xuyakirin ku heta demekê wê zimanê dîplomasîyê bidome û ewê bixwazin di vê rewşa şer û pevçûnê de mêzîn û balansekê di navbera Kurd û Ereban de çêkin. Lê di her halûkarî de, Amerîka û Rojavayî ne li dijî dewleta Kurdistanê ne û ji xwe damezrandina dewleta Kurdistanê kevirek ji kevirên Projeya Mezin a Rojhilata Navîn e.

Bi kurt û Kurmancî; referandûm hem hebûn e, hem tunebûn e. Heke tu bêjî „Erê“ tu heyî û wê xelk jî hesabê te û encama referandûma te bikin. Lê ku tu bêjî „Na“ ji xwe tu tuneyî, tu koletîyê qebûl dikî û wê xelk jî hesabê te û referandûma te nekin. Heke em Kurdên xêrnexwaz û noker ji nav derxin, divê Kurd bi yekdengî bêjin „ERÊ“ û referandûmê bikin pêngav û nêrdewana serxwebûna Kurdistanê.

Referandûm destpêk e, mizgînîya serxwebûnê ye, fersendek dîrokî ye.

Wek me li jor jî got, „Heke te girt bernede, heke te berda bi dû nekeve” û hûn sax....