image
Nuri Çelik Niviskar
image

Ji xwefiroşiyê heta bi îro mijar û rojeva Kurdan pir aloz û serûbinê hev bûye. Birastî hinek bûyerên ewqasî tarî û ne di fêda Kurdan de hatin kirin û hê jî tên kirin ku aqilê meriv ranagire, disekine.

Çi cara ku Kurd hinekî dikevin rehetîyê û mijara çareserkirina pirsa Kurd dikeve rojevê, hew wedît ku ji herdu alîyan ve (baskek ji dewletên dagirker û baskek ji PKK, Goran û beşek ji YNKê ketin dewrê.

Xiyanet û xwefiroşiya ku li Kerkuk û deverên Kurdistanî hat kirin, bû zêdebûna ser kezebê û rojev yekcarî jihevde xist, pêvajo ji teref YNK,GORAN û PKK û alîgirên wan ve li dijî PDK hat bikaranîn. Ez bahwer nakim ku tu kesek guman jê bike ku, ev propagandayên xerabkar ji teref van aliyên xêrnexwaz ve bi qest û dijminane tên kirin. Pirsgirêkek din ya wan terefan ew e, ku ji serokê Kurdistanê bigire, serokwezîr û piranîya dem û dezgehan, heta bi rewşenbîr û nivîskarên Kurd, di derbarê alîkariya Rojavayê Kurdistanê de ti têxsîr nehat kirin. Lê hezar mixabin PKK go ti wextî xwe ji têkiliyên bi dagirkerên Kurdistanê re azad nekirîye, nehat razîkirin.

GORAN, YNK û PKK têkbirina Kurdistana azad girtin ser xwe, Kurd, Kurdistanî û aştîxwazên heremê xeyalşikestî kirin, darbeyek mezin li Kurdan û Kurdistaniyan xistin û dîsa berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistanê kirin bi qurbana berjewendîyên xwe û efendiyên xwe. 

Tiştekî balkêş jî ev e ku di van demên dawî de GORAN, PKK û YNK bi plan û proje dijminatiya PDK dikin. Gelo ev tev lihevrasthatin û tesaduf in nizanim, lê dixuye ku biryar ji yek navendê derdikeve, derketiye. Bi kurt û Kurmancî; GORAN, YNK û PKK û alîgirên wan pir eşkere rê li ber partiyên ku ne dilxwazên dagirkerên Kurdistanê ne girt û hefsarê xwe jî bi destê Îran û rejimên dagirker ve berdan.

GORAN, YNK û PKK bi van têkilî û kiryarên xweyê qirêj, beyî ku pêwîstîya emelên xwe yên hevbeş bi dagirkeran re veşêrin, dest di dest de dynamite dixin bin devletbûna Kurdistanê û rêdana çareserîya pirsgirêka Kurd li Tirkîyê, Sûrîyê û Îranê. Ji ber ku îro pirsgirêka Tirkiyê, Îran û Sûrîyê ya herî mezin pirsgirêka çareserîya mafê Kurdistanê ye. Lê ev pirsgirêka mezin a Kurdistanê ji bo PKK û partîyên tifaqdar ne pirsgirêka bingehî ye.  

Xeletîya bingehîn a nevbera Kurdan ev e ku em pirsgirêka bingehîn û pirsgirêkaPKK û tifaqdaran têkilhev dikin. Ji ber erka Kurdistaniyan paraztina destkeftîyên Kurdistanê ye, lê erka YNK, GORAN Û PKK têkbirina temam ê deskeftinên go ne di kontrola wan de be. Gava îcar em ji alî Kurdistanîyan ve li bûyerê binerin, pirsgirêka Kurdistanîyan pirsgirêkek netewî ye ku divê bi dewletbûn bê çareserkirin. Lê herçend pirsgirêka paraztina destkeftinên Kurdistanê pirsgirêka herî mezin be jî, hê negihaye taybetmendîya hesasîyet û hişyarîya netewî. Di derbarê pirsgirêka PKK û tifaqdaran de Kurd negihane dîtinek hevbeş. Heger piranîya Kurdan di daxwazên xwe de zelal bibin, wî çaxî pirsgirêka neteweyî û pirsgirêka PKK û tifaqdaran safî û zelal dibe. 

Ger em bên ser Bakurê Kurdistanê..

Di nava şêwazên bidestxistina mafê Kurdên bakur de, di dema nêzîk de tekoşîna şerxwazî ne maqûl e. Şertên ku dewletên emperyalîstên mezin van mafan ji Kurdan re bikin diyarî jî naxuye. Di şertên îro de ji bidestxistina mafê Kurdan re tenê rêyek dimîne ku ew jî rêyên demokratîk in. Di nava şertên îro de, di mijara xebata şêwazên demokratîk de ABD û YE li hev kirine ku di vî warî de zixtan bidin Tirkîyê. Wek nimûne, li şûna ku piştgirîya Kurdan bikin û ji wan re bibin pêlik, bi rêya endametîya Yekîtîya Ewrûpayê zorê didin Tirkîyê. Bi kurtî, di şertên îro de demokratîkbûn nebe çareserkirina pirsgirêka Kurd ne mimkin e. 

Bi taybet di vê mijarê de PKK tu hêvîyê nade û ev jî girîngîyek zêdetir dide xebata demokratîkbûnê. Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd, wek astenga di pêşîya demokratîkbûnê de tê nîşan dan û hertim demokratîkbûn tê lipaşxistin. Ger pirsgirêka Kurd nebûya, dibe ku niha Tirkîye di mijara demokratîkbûnê de di astek din de bûya. 

Tirkîye baş dizane ku demokrasî çêbibe di serî de mafê mirovan û wê gellek xwestekên din bên rojevê. Tirsa komara Tirkiyê ya herî mezin jî ev e ku bi hatina demokrasî yê mafê serxwebûna Kurdan bê rojevê. Wekî din wê kêmnetew jî behsa mafên kêmnetewan bikin. Ev tê vê maneyê, demokrasî bela sere vê zîhnîyetê ye ku naxwaze ev sîstem demokratîk bibe. 

Dewlet dizane ku demokrasî bê Tirkîyê wê daxwazên netewa Kurd jî zêdetir bibin. Çawa ku 80-90 salî hebûna Kurd hat înkarkirin, niha jî bi awayekî pir bi zaniztî hebûna pirsgirêka Kurdistanê tê înkarkirin û terorê derdixin pêş. Û ev raman bi awayê "Pirsgirêka Kurdistan tune, pirsgirêka terorê heye" tê formulekirin. Lê gava dewleta Tirk pêwist dibîne wê terora PKK pê bi nav dike û li dijî Kurdan bi kar tîne, destekê dide wê û dixwaze PKK û Kurdên li dervayî PKK bîne himberî hev. 

Êdî herkes dizane ku parêzerê bingehîn ê PKK dewletên dagirkerên Kurdistanê ne. Heger PKK biqede, wê desthilatdarên siyasî mecbûr bimînin PKK ên nû ava bikin. Jixwe heta pirsgirêka Kurdistan çareser nebe xuliqandina terorê pir hêsan e. Tê dîtin ku bi vê çûnê wê pirsgirêka Kurdistan hê demek dirêj berdewam bike. 

Li berevajîya ramana serdest, formula rastîn "ger terror biqede pirsgirêka Kurdistan naqede" û bi rehetî alavên terorek nû Karin bêna vakirin. Lê ku pirsgirêka Kurdistan çareser bibe, wê terora ku pêve girêdayî diafire jî ji hole bê rakirin.

Nûrî Çelîk

28.04.2018