image
Eli Ewnî Niviskar
image

Her dema li wan çar welatên dagîrkerên Kurdistanê helbijartin çêdibe, li nav refên Kurdistaniyan dibe mijara serhildana duberekiya zêdetir. Karê me bi vê çendê nîne, ku ne hikumetên dagîrker, ne jî gel û neteweyên serdest baweriya wan bi helbijartin û demokrasiyê heye.Yan na, di rastiyê de eger berhemên wan helbijatinan bi beşdarîkirin û dengên rastîn yên hemû gelên bindestên wan çar welatan be jî, dîsan encamên wê kartonî û karîkatorekî kirêt e.

Helbijartin, li wan çar welatên ku her yek ji wan beşekî welatê me dagîr kirine û îradeya gelê me zeft kirine, di navbera dagîrkeran de rengekî kêberkê û hevrikiyê ye, daku şer'iyeta xwe ji me bistînin.

Helbijartin; senaryoya komediya helbijartinê ji xwe biserxistina dagîrkerekî ye li ser ewê din.

Ji mirovên jêrdest û zîndankirî re çi giringe kî dergevanê zîndanê be. Her kesê bibe nobedarê ber dergehê zîndanê, para mirovên zîndankirî tenê di pişt têlên asinîn de vemane.

Di nav wan çar welatan de, Kurdistanî rûbirûyê her cûre pirsgirêkan dibin, di wan welatan de sistema  Apartheid tê peyrevkirin. Sîstema cudahiya regezî bi yasayê hatiye rêkxisitin. Weke mînak, bi yasayan zimanê me li wan çar welatan hatiye qedexekirin. Li Îranê ji aliyê ayînî ve, angorî yasayên wan Kurdên sunne û Kurdên Kakeyî mafê wan tuneye bikevin hundurê desthilata dewletê. Ji Kurdên Şî'e re jî ji ber cudahiyên ziman, kinc û kelturî fêlên din jê re peyda kirine.

Li Turkiyê her bi yasa yek ziman, yek dewlet, yek netewe û yek ala hatiye rêkxistin, bi vê çendê pêşiya hebûna civakî û ferhengiya Kurdan hatiye girtin.

Êdî li Îraq û Sûriyê Erebiya ku em têde dijîn, em dizanin hizra Be'is û Ereban li ser hebûn û mafê Kurdistaniyan çawane.

Kurdistanî, di wan çar wlatan de ligel dewlet û neteweya serdest, hem pirisgirêkên civakî, hem jî pirisgirêkên çandî, maf û mafdariyê hene. Di vir de pirisgirêka herî sereke ya siyasî ye, ku Kurdistanî jî wek Îranî, Turk, Îraqî, Sûrî, Rûs û Elman'an mafê wane û pêdiviye jî ku dewleta xwe ya serbixwe hebe. Bi vê ve girêdayî dişê ku hemû pirisgirêkên wan yên din wek civakî, çand û mafdariyê bên çareserkirin.

Bêyî hebûna dewleta taybet ji bo Kurdistaniyan, pirisgirêkên ku li jor behsê wan derbas bûyî, herwesa pirisgirêka hebûn û mana Kurdan çareser nabe.

Di hesta bêagahiya gelên Turk, Faris û Ereb de, gava Kurdistanî doza mafên xwe dikin, ew wesa dizanin ku serxwebûna Kurdistanê û mafên me ji cêba (bêrîka) bavê wan kêm dibe, ev serwet û saman yê wan e, nabe yê me hebe.

Kurdistanî, di wan çar welatan de, her dem keresteyê herî kirêt yên serpêhatî û pêkenokên Turk, Faris û Ereba nin . Ez dilniya me ku destê saziyên dewletan di wan bêrêzî kirinê de heye, ku li hember ziman, kinc û taybetmendiyên Kurdan tê kirin. Gelên serdest jî êdî pêkenînên xwe pê dikin û ji xwe re tam û çêjê (lezzet) jê dibînin. Mirovên Kurdistanî bi serbirr û bikuj (mirdar, canî, kujer) dizanin, eve ji aliyê civakî ve, ji aliyê çand û rewşenbîrî ve jî ziman û hebûna me qedexeye.

Wekî din, ji aliyê emnî ve, komkujiya pawe, qarna, indirqaş, enfal ên germiyan, Helebce, badînan, kembera Erebî li Roajava û jêstendina nasnameya Kurdan (ku li welatên Ewrûpa seg û ketik jî nasnameyên xwe hene), heya digehîje qirkirina Dêrsim, geliyê Zîlan. Herwesa li vê dawiyê jî wêrankirina bajarên Şirnex, Cizîr, Silopî û Nisêbîn hwd..

Raste, pirisgirêka me (Herêma Kurdistan) ya sereke ne hiquqî, ne civakî, ne emnî, ne jî beşdarîkirina siyasî û çandî ye. Belkî di Îraqa nû de birrîna budce û şandina leşkerê dîcle bo ser Kurdistanê, baştirîn belgeya ku rewşa çarenûsa jiyanê ligel dagîrkeran nîşan dide.

Em ne hêza opozisyona hîç yek ji wan desthilatên wan dewletên dagîrkerên Kurdistanê ne, heya ji me re giring be kî ji partiyên wan ewê bibe desthilatdar. Ev ji bo Turk, Faris û Ereban giring e kî hikum dike û sîstem çiye.

Ji bo Kurdistaniyan ev tenê di navbera dagîrkerekî û dagırkerê din de cîguhertina desthilatê ye. Bizav û tekoşîna me Kurdistaniyan ji bo rizgariya Kurdistan e. Nabe em helbijartin û referandûmên kartonî yên wan çar welatan bi ciddî wergirin, ku bibe hokarê dabeşbûna me û me berbin canê hevdu.     

 

Elî Ewnî