image
Rojhat Amedi Niviskar
image

Hevaltî û dostaniya demên teng gelek grîng e...

Û gelek grînge ku mirov di demên tengasiyê de alikariya hevalê xwe bibîne...

 

Bifikrin, mirov ji êş, azar û derbederiyê bêçare ye, bi derd û bê derman e.

Lê ji nişkave heval peyda dibin, dost peyda dibin û bi her awayî ve alikariya xwe pêşkêş dikin. Bê ku hizra berjewendiyên xwe yên şexsî bikin.

Ne wek dostên demên xweş in.

Nêzîkbûna wan ne li ser prensipên berjewendiyê çêdibin.

Wek „dostên“ demên xweş bi fen û fût dolaban nagerînin, çavê wan ne li ser mal û milkê hevalên wan e.

Sed heyf û mixabin, ev cûre dost gelek kêm in, lê hene.

Chris Kutschera bûbû hevalê demên teng ê Kurdan.

Ji salên 1960’an ve dostê Kurdan bû.

Ji destpêka şoreşa Îlonê destê alikariyê direjî Kurdan kiribû.

Daxwazên rewa yê milletê Kurd li welatê xwe Fransa dida naskirin.

Her Dostê Kurdan ma. Gava di sala 1975an de Kurd bûn cangoriyên konjektura siyaseta cihanê, gava li ser Kurdan bombeyên Napalm dihatin rijandin, ewî tevaya cîhanê agahdar dikir. Ji ENFAL û bûyera Helepçe agahdar dikir, di heman demê de welatê xwe Fransa û tevaya welatên NATO û Awrûpa tawanbar dikir.

Chris Kutschera hevalek wisa bû.

Tim li ba Kurdan bû, di civîn û konferansê Kurdan de jî amade dibû.

 

Qet ji bîra min naçe;

Di salên 80’de me Kongreya Komeleya Xwendekarên Kurd çêdikir. Chris Kutschera wek hemû caran mêvanê me bû. Di kongreyê de li ser rewşa Kurd û nêzîkbûna welatên mezin û desthilatdar, wek Amerika, Sovyet, Fransa û Britanya axavtin dikir.

Piştî Kongreya me bi dawî hat, ez, Chris Kutschera, Dr. Pirot, Heme Emin Deloyî û Tarik Akrawî û çend hevalên din li Kudam’a Berlînê birêve diçûn.

Dema birêveçunê de em rastî hevalekî hatin.

Diyalogek ehwalpirsî di navbeyna me de destpêkir;

-Hûn çawanin, başin ?

-Zor spas, tu cawayî ?

-Ez jî başim sipas, diyare ev hevalên te Kurdên başûr in ?!

-Belê ji başûr in.

Di wê navbeynê de Chris ji me fêm kir û tev li diyaloga me bû û got;

-Kurde de Parîs (Ez Kurdê Parîs’im)

Belê, Chris Kutschera wek Kurdekî ji bona miletê Kurd li Awrûpa karê siyasî dikir. Ewî alîkayariya Kurdên Diaspora dikir, wan bi diplomat û siyasetmedarên Awrûpî dida nasîn.

Loma divê em Kurd dostaniya hevalên rojên teng ji bîr nekin.

Em Chris Kutschera ji bîr nakin.

Hezar rehmet li canê wî yê pak be

Cihê wî biheşta rengîn be !