image
PeyamaKurd Niviskar
image

Kurdistana BaÅŸûr di qonaxek dîrokîre derbas dibe. Di dîrokê de her daxwaziya miletê kurd bi xwînê hatiye fetisandin û têkbirin. Ev siyaseta dijê kurd ya nijadperest her berdewam bûye. Taybetî dewletên dakirker her demî ji bo dijitiya kurda hevkarî kirine. Îrojî ev yek tê jiyandin.

PiÅŸtî referanduma serxwebûnê, û taybetî piÅŸtî encama xiyanetekî dakirkirina Kerkûkê sê dewleta ablokayek mezin danîn ser Kurdistanê û dest êrîÅŸên xwe kirin. Heta hinek berpirsîn YNKê îdia kirin ku xiyaneta Kerkûkê jî ji aliyê sê  dewletan ve hatibû plan kirin. Hêzên pêÅŸmerge zû xwe anîn ser hev û xeta parastinê danîn. PêÅŸmergeyên qehreman singa xwe da ber êrîÅŸên dijminên hov xaka Kurdistanê parastin û diparêzin.

Ev erkê pêÅŸmerge ye ku welatê xwe biparêze. Lê erkê her kurdeyekî ye jî piÅŸgiriyek mezin bide pêÅŸmerge û daxwaza rewa ya serxwebûna Kurdistana BaÅŸûr.

Mixabin li kolanan û hinek organên medya ku xwe kurd dihesibînin hevaltiya dewletên dagirker dikin dijminatiya serokê Kurdistanê Mesud Barzani û destketiyên netewî yên Kurdistanê dikin.

Mesud Barzani kesayeteke ku bûye sembola neteweyekî ku daxwaza mafê xwe yê rewa dike. Gelo çi xeletî di daxwaza serxwebûnê de heye. Çi dema kurd daxwaza serxwebûnê bikin dê dijmin li dijê Kurdistanê derkeve û rûyê xwe yê hovana nîÅŸan bide.

Projeya êriÅŸkirina Kurdistanê projeke ku demek dirêje di nava hinek dewletan de tê gotubêj kirin. Referandum bibûya û nebûya dê ev proje biketa rojevê û erîÅŸê Kurdistanê bihata kirin. Herkesî dizaniya ku HeÅŸda Åžeibî, milisên Åžîeyên terorist, piÅŸtî ÅŸerê DAÎÅžê berê wan li Kurdistanê ye. Eger kurdek ev yek nedîtibe demekî akilsiveke e.

Îro artêÅŸa Iraqê, HeÅŸda ÅŸeibê û pasdarên Îranî bi çekên herî modern yên Amerikî û welatên Ewropî ÅŸêrê pêÅŸmergeyan dikin. Cîhan bi bê dengiya xwe bi awayekî piÅŸgiriyê dide vê êrîÅŸa hovane. Amerika cardin wek sala 1975ê xiyanet li kurda kir . Mixabin çikas rastî tehlbêjî divê bête gotin. Êngilîza wek dîroka xwe ya rêÅŸ di derbarê Kurdistanê de cardin kurd firotin çar bîrên petrolê.

Sibe rolê van welatên tê guhertin lê ev yek pîsîtiya kirî ji hole ranake.

Di vê pêvajoyê de piÅŸgiriya Mesud Barzanî û daxwaziya serxwebûnê bi hevre hatiye girêdan. Barzani tu carî serê xwe ji dijmin re netewandiye. Ew kesên her di dewa dijmina de rûniÅŸtîn îro  di medya xwe de Barzani tawanbar dikin. Gelo kurdek ku siyasetê dike vê yekê nebine dê jêre çi bête gotin di cihê xwe de ye.

Li rojhilata Navîn siyaset bi rojane, carê bi seeta tê guhertin. Kurda daxwaza xwe ya serxwebûnê ji cîhanê re deklere kir. Hêdî herkes dizane ku kengê kurd rûnin ser maseyên gotubêjê , dê serxwebûn wek daxwaziya Kurda li ber çavê herkesekî be. Tu biryar hêdî prosesa serxwebûnê ji holê raname.

Kurda li BaÅŸûrê Kurdistanê bi îradeya siyaseta desthildariya Kurdistanê di serokatiya Mesud Barzani de, bi awayek aÅŸitiyane  mafek xwe yê rewa û demokratik bi karanin. Referanduma serxwebûna Kurdistanê li darxistin. Ji % 93 gelên Kurdistanê ji serxwebûnê re îrada xwe beyan kirin û gotin Erê.

Gelo çi xeletî di vê yekê de heye? Gelo çima hinek aliyên siyasî yê kurd vê yekê rexne dikin û êrîÅŸê kesayeta Mesud Barzani dikin? BaÅŸ têzanin ku kesek di vê cîhanê de serxwebûnê bergeÅŸek zêrîn de radestî kurda nake. Heta ku kurd vê rastiyê nebînin, tu cara pêÅŸiya xwe nabînin û dê her mehkum bin ku bikevin kemînên dijmina û dijitiya miletê xwe bikin.

Ew îrada ku ji bo serxwebûna Kurdistanê gotî erê, îro bi heman biryarê bergiriyê li xaka Kurdistanê dikin û li himber cîhanekî ÅŸer dikin. Raste bedelê serxwebûnê heye. Heta kurd vê yekê nebînin heta dinya heye dê mehkumê jiyanek bindest be. Mesud Barzani dixwaze kurda azad bike lê hezar mixabin hinek alî koletiya ji serxwebûnê ji bo xwe rûmettir dibînin.

Dê di seride Amerika û dewletên Ewropî li siyaseta xwe ya dûrû poÅŸmen bibin û li rastiyê vegerin. Evy ek jê dê encma siyaseta kurda bi xwe be.

Serkevtin her ji bo rastiyê û daxwazên miletekî yên rewane.