image
Z. Brîndar Niviskar
image

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêma Efrînê helbet divê ji alî temamê Kurdan ve bê şermezarkirin û xwedî li Efrînê bê derketin. Lê gava meriv dengê xwe ji xiyaneta Kerkûkê re neke, li dijî xiyanet û dagîrkirina Kerkûkê dernekeve û bibe şirîkê xiyanet û dagîrkirina Kerkûkê, meriv nikare ji bo dagîrkirina bajarek yan jî herêmek din jî biqîre. Biqîre jî wê ew qîrîn ne ji dil be, henekpêkirin û xapandin be.

Xelkê Silêmanîyê ji bo êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêma Efrînê bi çalakî û protestoyekê şermezar û rûreş kir.

Mala wan ava!

Xwedê ji wan razî be!

Lê Kerkûk û Şingal?

Gava xiyaneta rûreşîyê li Kerkûkê rû da û Kerkûk hat dagîrkirin, hûn li ku bûn?

Gava Şingal radestî Haşdî Şeîbe hat kirin, hûn li ku bûn?

Yan hûn di guhê gê de bûn?

Çima dengê we dernediket, yan jî derneket?

Yan têlên dengê we qetiyabûn û perdeyên guhên we qul bûbûn?

Yan Şingal û Kerkûk ne xak û herêmên Kurdistanê bûn?

Yan li hesabê we hat û kêfa we ji xiyanet û dagîrkirina Şingal û Kerkûkê re hat?

Yan ji bo ku di kesayetîya Barzanî û PDK de Kurdistan serbixwe nebe, we dengê xwe nekir û bûn şirîkê gunehkaran?

Ma Şingal û Kerkûk li ser Barzanî û PDK tapokirî bû ku hûn li dijî xiyanet û dagîrkirinê derneketin kaka?

Ma Kurdistan male bavê kê ye ku hûn dibin şirîkê xiyaneta bajarekî û xwedî li bajarekî din derdikevin?

Ev çi fen in, çi dek û dolab in, çi şano û film in?

Xiyanet xiyanet e, ha li Şingal û Kerkûk, ha li Efrîn û Amed û Mahabad!

Dagîrkirin dagîrkirin e, ha li Şingal û Kerkûk, ha li Efrîn û Amed û Mahabad!

Divê her Kurdên dilsoz û Kurdperwer bêdeng nemînin, xwedî li xak û nirxên her çar parçeyên Kurdistanê derkevin û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê di ser berjewendîyên partî, bawerî û îdeolojîyên xwe re bigirin.

Neke negirin û nekin, bizanin ku ew jî dibin şirîkên gunehên dagîrkeran û tirşika dagîrkeran ketiye zikê wan jî wesselam…

 

Z. Brîndar