image
Z. Brîndar Niviskar
image

Li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî ber bi wendabûn û asîmîlekirinê ve diçe. Bêguman di vê asîmîlekirin û wendakirinê de bi qasî dewletê rol û bandora partîyên wek PKK û HDP jî pir e. Herweha partîyên ku ji xwe re dibêjin Kurdistanî jî girîngîyek mezin nedane zimanê Kurdî û ew jî kêm yan zêde gunehkarên asîmîlasyonê ne.

Gotinek heye dibêjin “Masî ji serê xwe genî dibe“ Gava partîyên ku rêveberîya Kurdan dikin û li ser pişta Kurdan diçêrin bi zimanê Tirkî siyaseta xwe bikin û serokên wan Tirk bin, helbet wê Kurdên reben jî li mezin û rêvebirên xwe binerin û wê ew jî bidin ser wê rêya şaş û asîmîle bibin.

Zimanê fermî ê PKK û HDP Tirkî ye. Piranîya serok û rêvebirên wan Tirk in. Ne tenê Kurdên Bakur, herweha Kurdên Rojava, Rojhilat û Başûr jê fêrî zimanê Tirkî kirine û darbeyek mezin li tunekirina zimanê Kurdî dane û didin. Her çiqasî dewleta Tirk asîmîlasyon li ser Kurdan ferz kiribe jî, herweha PKK, HDP û rêxistinên pê ve girêdayî jî bi heman ferz û zixtê zimanê Tirkî bi Kurdan didin qebûlkirin û dibin sedema asîmîlekirina Kurdan. Ev yek bêguman plan û projeya dewleta Tirk e û PKK jî vê projeyê baş pêk tîne.

Serokê PKK A. Ocalan, di hevpeyvînek xwe de gotibû “Heke em Kurdistanê damezrînin jî heta 40 salî emê bi Tirkî biaxivin“. Ev yek jî dide xuyakirin ku asîmîlekirina Kurdan û têkbirina zimanê Kurdî yek ji plan û projeyên dewletê ye û ev plan û proje 40 sal in bi destê PKK û rêxistinên wê ve tê birêvebirin.

Dibêjin Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîya Demokratîk ya Herêman (DBP), Partîya Sosyalîzm û Azadiîyê (OSP) Partîya Demokrat a Kurdistana Bakur (PDK-B), Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê (PDK-T), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Azadîyê li Amedê bi navê Platforma Paraztin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî platformek ava kirine.

Berî her tiştî pîroz û bimbarek be!

Her çiqasî ji me re wek filîmê sînemê û şanoyek bê temaşevan bê dîtin jî, ji bo zimên hatina ba hev erênî ye, baş e.

Bêguman paraztin û pêşvebirina zimanê Kurdî erka her kesayet, dezgeh û partîyên Kurdistanî û welatperwer e. Lê piranîya van partîyên ku bi piranîya endam û zarokên mala xwe re bi zimanê Tirkî diaxivin û bi zimanê Tirkî siyaseta xwe dikin, wê çiqas bawerîyê bidin Kurdan û di mijara paraztin û pêşdebirina zimên de wê çiqasî samîmî û hestyar bin, kes nizane. Bi taybet nêzîkbûna hilbijartinên herêmî û berî hilbijartinê pêkanîna vê platformê di serê meriv de şik û gumanan çêdike. Di hilbijartina serokkomarîya Tirkîyê de jî heman partî û rêxistin hatin cem hev û ji bo berjewendîyên xwe xwestin lingên hevdu bişemitînin. Gelo wê ev platform jî heta bilbijartinê dek û dolabek wilo be yan wê hebûna xwe bidomîne, dîsa ne diyar e. Her çiqasî di daxuyanîyê de hatiye gotin ku wê ev platform piştî hilbijartinan bidome jî, tu misogerîya vê yekê tuneye. Tuneye ji ber ku HDP ne di destê xwe de ye û ji Qendîlê çi ferman bên, wan pêk tîne. Ji xwe di tifaqa berê ya hilbijartina serokkomarîyê de ev yek pir zelal û eşkere bû.

Di daxuyanîya encama civîne de “Armanca avakirina vê platformê ew e ku Zimanê Kurdî bê paraztin, bibe zimanê fermî û di dibistanan de wek zimanê perwerdeyê bê bikaranîn“ hatiye gotin.

Gelo hûn bi xwe jî ji van gotinan bawer dikin?

HDP a ku ev çend sal in di meclîsa Tirkîyê de ye û ji bo paraztin û pêşvebirina zimanê Kurdî tu gavek erênî neavêtîye, wê di kîjan astê de zimanê Kurdî bike zimanê fermî û perwerdeyê? Gava hûn di meclîsa Tirkîyê de behsa zimanê Kurdî nekin, doza zimanê fermî nekin û cîh li dewleta Tirk teng nekin, hûnê li kolanan çawa karibin doza zimanê Kurdî bikin? Hûn bikin jî wê kî bi samîmîyeta we bawer be?

Werhasilî kelam, bêguman ziman nasname ye, hebûn û tunebûna milletê Kurd e. Heke birastî hûn dilşewatê zimanê Kurdî û paraztina vî zimanê qedîm bin, ji xwe dest pê bikin. Ji partîyên xwe, ji dem û dezgehên xwe, ji malbat û endamên xwe dest pê bikin. Berî her tiştî ji meclîs û parlamentoyê dest pê bikin. Heke hûn endamên wê meclîsê bin û nikaribin yan nexwazin li wê meclîsê bi Kurdî biaxivin, hûn li kolan û di otobosan de bi Kurdî bikin qîr û hawar jî wê kes dengê we nebihîze. Lê qîr û hawara li meclîsê wê dinya û alemê bi xwe bihisîne.

Ez gotina dawî ji birêz Prof. Dr. Kadrî Yildirim re dihêlim û hûn sax..

“Çi çaxa ku hilbijartin nêzîk dibin û tenê ji bo ra û dengê Kurdan bistînin, zimanê Kurdî û çareserîya pirsa Kurd tê bîra partîyên siyasî. Lê piştî hilbijartinê hertişt li holê dimîne û tê jibîrkirin. 3 sal in ez di HDP de wekîl im. Di nava partîyê de min pir tika kir, min pir hêvî û daxwaz kir, min doza avakirina komisyonek Kurdolojîyê li wan kir. Lê mixabin ev 3 sal in ev tika hêvî û daxwazên min badilhewa çûn. Min kir û nekir min nikarîbû ez komisyonek Kurdolojîyê bi wan bidim damezirandin. Ev yek jî nîşan dide ku tu eleqeya partîyên siyasî û zimanê Kurdî bi hev re tuneye”.

 

Z. Brîndar

30.10.2018