image
Z. Brîndar Niviskar
image

Heke vir û derew bi heq bûna û heçê derew kir tirek jî pê re bikira, kesî vir û derew nedikir. Vir û derew îro bûye beşek ji jiyana rojane û beşek ji bazirganîya siyasî, aborî û olî.

Adolf Hîtler digot:

“ Heke hûn dûvdirêj, bi deng û hêrs û li ser hev derewekê bikin, wê mirov ji wê derewê bawer bikin. Sir û gîzema ku meriv mirovan bi derewekê bide bawerkirin, dubare û sêbarekirina wê derewê ye. Tenê dubare, dubare û dubare bikin“.

Ji bo mirovên desthilatdar yan jî kesên ku heta bi mirina xwe dixwazin li ser text bimînin, vir û derew jî tê de, her tişt mubah û helal e. Ji bo bigihên armancên xwe, çeka herî giran û mezin, topa herî bi deng û bandor, bikaranîna vir û derewan e. Û tew heke civak kerr û lal, kor û nezan be, ew vir û derew dibin rastî û wek ayetek ji ayetên Quran, Tewrat û Incîlê her kêlî tê ber wan, dikeve qula guhê wan û di mejîyê wan de dimeyê û dibe rastî.

Yek ji wan welatên ku îro herî zêde vir û derew lê tên kirin, Tirkîye ye. Hem jî ne vir û derewên hayella û sivik. Ew vir û derew ji alî desthilatdarên siyasî, rêber û dezgehên olî, şêx û mişayixên terîqet û cemaetên îslamî ve tên kirin. Bi taybet piştî desthilatdarîya partîya AKP û berfirehbûna terîqet û cemaatên kesanedî, hem li ser navê Tirkan û hem jî li ser navê Îslamê vir û derewên ewqas mezin hatine û tên kirin ku neûz û bîllah.. Ji wezîran bigrin heta bi wekîl û rêvebirên partîyên siyasî, ji pêşewa û rêberên olî bigrin heta bi şêx û melayên terîqet û cemaatên heyî, wek ku ketibin pêşbirk û rikberîya vir û derewan, her yek vir û derewek ji bejna xwe mezintir dike û wey li wî ye ku xelkê nezan û reben bixapîne.

Dibêjin di dema xwe de li herêma Mêrdînê çend virek û derewkirên meşhûr hebûn. Rojekê yek ji wan virekan dixwaze biçe virekê herî mezin û navdar nas bike û pê re bikeve nîqaşa vir û derewan, bê ka kî ji wan virek û derewkirê mezin e.

Virekê me berê xwe dide mala virekê mezin, teq teq li derî dixe. Zarokekî naşî derî vedike.

Virekê me dipirse:

  • Bavê te li mal e?

  • Na wele, ewrên baranê yên li ser Mêrdînê çirîyane, bavê min çûye wan ewran bidirû.

  • Ewrên baranê çirîyane, û bavê te çûye wan ewran bidirû ha!

  • Erê..

  • Ya staarrrrrr! Law go kurê wî van derewên ji xwe mezintir bike, gelo bavê wî çawa ye!

Û virekê me polîpoşman vedigere mala xwe.

Îcar ev jî mesela me û hinek virek û derewkirên Tirkan e.

Wezîrê dewleta Tirk Namik Kemal Zeybek, berî çend salan bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwaribû û gotibû: “Hz. Mihemmed Tirk e“.

Çima Hz. Mihemmed Tirk e?

Li gor Zeybek, xwedêgiravî Hz.Mihemmed ji binyata Hz. Îsmaîl e, Hz. Îsmaîl kurê Hz. Brahîm e, Hz. Brahîm Sumerî ye û Sumerî jî Tirk in.

Ê de werin û vî kerî di vî bihurî re derbas bikin!

Dinya û alem jî zane, heta bi dîk û mirîşkên Rojhilata Navîn jî zanin ku Hz. Brahîm Pêxember ji Heran a Ruhayê ye, bi xwe Kurd e û ne ji nêzîk û ne ji dûr tu peşkên wî û Tirkan li hev neketine. Li gor dîrok dinivîse, Hz. Brahîm Berî Zayînî bi 2 hezar sal jiyaye. Lê Tirk di 1071ê de hatine Kurdistanê û derbasî Anadoliyê bûne.

Perwerdarê Fakulteya Zanyarîyên Deryayî ya Zanîngeha Stenbolê Dr. Yavuz Ornek, di televizyonê de û li beramber bi milyonan temaşevan vir û derewek ji bejna xwe mezintir kir û got: “Di wextê Tofana Hz. Nûh de teknolojîyek ji teknolojîya îro pêşketîtir hebû. Û hetta Hz. Nûh û kurê xwe bi telefona destan bi hev re axivîn“.

Wekîlê berê yê Partîya Refah ê Şevkî Yilmaz, di komcivînekê de ji bo Amerîkîyan got: “ Erdzemîna Amerîkayê bi saya serê bapîrên Tirkan hatiye dîtin û keşifkirin. Piştî ku Anadolu ket destê misilmanan, nikarîbûn herin li Afrîka û Asyayê bazirganîya koleyan bikin. Gava ji ber Osmanîyan direvîyan û berê xwe dabûn Hindistanê, rastî erdzemîna Amerîkayê hatin“.

Yanî, li gor Yilmaz, xwedêgiravî Kristof Kolomb di 1492an de ji tirsa Osmanîyan reviyaye û bi tofelaqî rastî erdzemîna Amerîkayê hatiye. Ji ber vê yekê jî Tirk bûne sebebê dîtina Amerîkayê.

Ya staarrrrr û neûz û bîllah!

Hûn zanin, milletê ku bê esl û pesl be, bê çand û bê anane û edeb be, milletê ku li ser ked, xwîn, çand û adetên milletên din jiyabin û çêrîyabin, ji ber ku tiştekî wan tuneye û xwe di kompleksa parsekan de dibînin, hema çi tê ber wan, çi dibînin lê xwedî derdikevin û dikin malê xwe. Ji ziman bigrin heta bi xwarin û vexwarinê, ji cil û bergan bigrin heta bi nirxên civakî, her tiştî bi xwe didin destpêkirin û dixwazin xwe di çav û nezera civaka nezan û xeşîm de payedar bikin.

Shakespeare, Beethowen, Mozart û  bi sedan navdarên din jî kirin Tirk û di serê nezanan de meyandin. Lê lotika herî mezin, vir û derewa herî lezîz, ji alî  Prof. Dr. Ebubekir Sofuoğlu ve hat pêşkêşkirin.

Prof. Dr. Ebubekir Sofuoğlu, li bajarê Kutahyayê beşdarî konferansekê bû û ji bo Siltanê Osmanî Abdulhamîdê duyem got: “ Yekem kesê ku Google îcad kiriye û bi kar anîye, Abdulhamîd xan e“.

Siphan allah ji hikmeta zanyarên Tirkan re!

Evên ku li çavên milyonan kes dinerin û van vir û derewan dikin, yan wekîl in, yan profesor û doktor in, yan qaşo alim û zanyarên diyanetê ne, yan qaşo seyda û serwerên ola îslamê (îslama Tirkan) ne.

Ez serê we neêşînim, di van 16 salên dawîn de civaka Tirk wer lê hatiye ku meriv xwezîya xwe bi kerîyê pez tîne û ne bi vê civata kerr û kor û lal. Û tu beşerekî xwedê ji nav vê civaka serxweş destê xwe ranake û nabêje yan newêre bêje filankes tu vir û derewan dikî.

Û sosret û xwelîserîya herî mezin jî ev e, ku em Kurd jî bûne beşek ji vê civaka kerr û kor û lal û di bin desthilatdarîya virek û derewkiran de dijîn...

 

Z.Brîndar

24.02.2018